Çîroka 2 evîndaran ku Rêber Abdullah Ocalan ew xelas kirine- Diyaa ÎSKENDER

Çîroka 2 evîndaran ku Rêber Abdullah Ocalan ew xelas kirine- Diyaa ÎSKENDER
5 nîsan, 2023   00:44

Çîrokeke evdîndariyê ya dû dirêj e di navaîna sala 1987ʹan de çêbû. Hevalekî û endama Partiya Komunîst a Sûriyeyê ji hev hez kirin. Ji ber ku her du ji mezhebên cuda yên ola îslamê ne, rastî hemû cûre zext û îşkence ji aliyê malbatên wan ve hatin.

Piştî gelek hewldanên binketî herdu evîndaran biryar da ku li hember adet û kevneperestiya ku zewaceke wiha red dikin, bisekinin û dûrî malbatên xwe bizewicin.

Ji ber rewşa wan a jiyanê ya zehmet neçar man ku malekê kirê bikin. Mala ku kirê kirin li taxa Remil Şemalî ya Laziqiyê bû û nêzî mala kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.

Piştî çend mehan herdu hevjîn cîranên xwe yên endamên PKK'ê nas kirin. Ev naskirin bi demekê re veguherî dostaniyê.

Di wê salê de desthilata hikumeta Şamê operasyoneke girtinê li dijî endamên Partiya Komunîst a Kar a qedexekirî da destpêkirin. Operasyon hemû partiyên komunîst ên wekî Eniya Nîştimanî ya Pêşverû û rêxistinên maksîz wekî Partiya Komunîst a Sûriyeyê girt nav xwe.

Herdu hevjînan hîs kirin ku ew ê bên girtin û hemwextî wê jî zextên malbatên wan û gefxwarina kuştina wan li wan zêdetir dibû. Ji ber vê yekê biryar da ku ji Sûriyeyê derkevin. Lê beriya ku derkevin li cîranên xwe yên kadroyên PKKʹê vegeriyan û nêrîna wan girtin. Kadoriyên PKKʹê jî ji bo vê mijarê bi Rêber Abdullah Ocalan re şêwirîn.

Piştî çend rojan xeberê xêrê hat ku Rêber Ocalan piştgiriya xwe bi herdu hevjînan re nîşan da û ev tişt got: "Silavên min û hêviyên min ên jiyaneke xweş bigihînin wan. Ji wan re bêjin ku ev zilma li ser jinan dê wiha berdewam neke, ev cudahiya di navbera olan de yan jî di navbera mezhebên heman olî de dê bi dawî bibe. Heta hûn dikarin destekê bidin wan da ku biçin welatekî Ewropayê."

Bi rastî kadroyên PKKʹê alîkarî da wan ew gihandin welatekî Ewropayê. Li wir jî ji aliyê kadroyên PKKʹê ve hatin pêşwazîkirin û cihê rûniştinê û kar ji wan re peyda kirin. Herdu hevajîn  ku dostên min ên ezîz in ji sala 1998ʹan û heta niha ve li Ewropayê dijîn. Her tim di civînên bi nasên xwe re çîroka rêwitiya xwe ya bi saya kadroyên PKKʹê û rêber û damezrînerê wê Abdullah Ocalan bi bîr tînin.

Min xwest bi rêya vê çîroka rast û bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wiha bêjim, fîlozofê bi qedir,  hertim dûr dinêriya û fikr bi kar û pratîkê ve girê dida.  Jiyana xwe xistiye xizmeta dozên mirovî. Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de ku rejîma faşîst a Enqereyê li dijî wî  pêk anîbû, heta niha berdêleke giran di zîndanan de dide. Ji zêdetirî 25 salî ve mercên herî dijwar derbas dike.

Heta ku em Rêber Abdullah Ocalan di nav xwe de nebînin û pîrozkirina rakirina tecrîdê nekin, em tahma kêfxweşiyê nakin, em ê bigihêjin xewna dîrokî ya biratiya gelên herêmê û biratiya gelên tevahiya cîhanê  ya di çarçoveya pergaleke aştiyane û pêşketî de.

(mh)