ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2023
4 nîsan, 2023   23:00

-Dayikên gerîla û endamên Kongra Star ên Qamişloyê bi daxuyaniyekê radestkirina gerîla HPGʹê Harûn Albak ji bo dewleta Tirk a dagirker re şermezar dikin. Daxuyanî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan tê dayîn, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişloyê şehîdên YPGʹê Mistefa Mihemed Mihemed û Rehîm Ehmed li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine, 4'ê Nîsanê wek rojbûna xwe jî dibînin û dibêjin “Rêber Apo hebûn û hêza me bi me da naskirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Hesekê nerazîbûn nîşan dan ku gerîlayê HPG’ê Harun Elbak li navçeya Hezex a Şirnexê radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin û got: "Em hesab ji xayînan bipirsin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çîrokeke evdîndariyê ya dû dirêj e di navaîna sala 1987ʹan de çêbû. Hevalekî û endama Partiya Komunîst a Sûriyeyê ji hev hez kirin. Ji ber ku her du ji mezhebên cuda yên ola îslamê ne, rastî hemû cûre zext û îşkence ji aliyê malbatên wan ve hatin. (BI WÊNE).

- Jinên ku ji bo 4ʹê Nîsanê dar çandin diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûneke nû ya xwezayî ye. Jinan gotin, sala 2023ʹyan wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîneya Avê ya Tebqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna ava vexwarinê, hewl dide 7 pompeyên avê biguhere û stasyonên avê yên ku avê dide 9 taxan sererast bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA