Dayikên bi Rêber Ocalan re rûniştine: Rêber Apo hêza me bi me da naskirin

Dayikên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine, 4'ê Nîsanê wek rojbûna xwe jî dibînin û dibêjin “Rêber Apo hebûn û hêza me bi me da naskirin.”

Dayikên bi Rêber Ocalan re rûniştine: Rêber Apo hêza me bi me da naskirin
4 nîsan, 2023   23:38
QAMIŞLO - HÊLÎN EYLÛL

Bi minasebeta 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, dayikên ji Qamişloyê ku di demên cuda de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, nêrîn û hestên xwe bi ajansa me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2023/04/04/191208_sowed-mehmd-1.webp

Sûad Mehmûd ku di sala 1995'an de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, hestên xwe wiha anîn ziman: “Dîtina Serok û hevalan ji bo min ji nû ve hatina cîhanê bû. Min bi naskirina Rêber Apo re xwe nas kir.”

Dayika Sûad, naskirina Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurdistanê wekî ji nû ve jidayikbûna xwe bi nav kir û got: “Min bi naskirina Rêber Apo re hêza xwe, hêza jinan û em çawa bijîn, nas kir. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo re min jiyan nas kir. Hatina min a dinê bi naskirina Rêber Apo dest pê kir.”

/kr/uploads/files/2023/04/04/191152_behiye-abdullarahman-1.webp

Dayika Behiye Ebdurehman jî ku di 15`ê Tebaxa salên 1989 û 1990`î de li Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, hestên xwe wiha vedibêje: “Ez çi qasî behsa Rêbertî bikim jî dê têrê neke. Rêber Apo hebûna me ye. Ji roja ku min Rêber Apo dîtiye û heta niha ez hîs dikim ku her kêliyê bi me re dijî.”

Behiye Ebdurehman wiha qala çûyîna xwe ya Lubnanê û dîtina Rêber Abdullah Ocalan dike: “Cara yekê ez di sala 1989`an de çûm cem Rêber Apo. Dîtina Rêbertî ji bo min pîroz bû. Rêbertî destpêkê ji me re civîn çêkir. Piştre yek bi yek bi me jinan re axivî. Bi hezaran mirov li wir bûn. Ji me re digot heta hûn hebin, van gotinên min ji bîr nekin, hûn çûn ku derê van gotinên min bêjin.”

(c)

ANHA