Civîna çaralî ya cigîrên wezîran bû rojeve rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa civîna çaralî ya li Moskovê, rewşa li Başûrê Kurdistanê û krîza siyasî ya li Lubnanê kir.

Civîna çaralî ya cigîrên wezîran bû rojeve rojnameyên erebî
5 nîsan, 2023   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

′ŞÊWIRÊN NORMALÎZEKIRINÊ DI NAVBERA ENQERE Û ŞAMÊ DE LI MOSKOVE DEST PÊ KIRIN′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûriyeyê ev tişt nivîsand: "Civîna çaralî ya li Moskovê bi beşdariya cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê li dar ket.

Civîn li ber çapemeniyê girtî li dar xistin. Lê ji daxuyaniyên aliyê Sûriyeyê nîşan dide ku kedên ji bo pêkanîna normalîzekirina di navbera Şam û Enqereyê de tevlihev bûn. Di heman demê de jî Rûsyayê diyar kir ku ew civîn gaveke ber bi lidarketina civîna wezîrên karên derve ye.

Civîna çaralî bêyî eşkerekirina ajandeyên diyalogê û hûrgiliyên girêdayî helwestên aliyên beşdar dest pê kir. Ruxmî şandeya Sûriyeyê beriya civînê şertên Şamê yên normalîzekirina bi Enqereyê re careke din gotin, lê aliyên dîplomatîk ên Rûsyayê girîngî neda şertên Sûriyeyê û got a girîng ji civînê ne daxuyaniyên eşkere yan jî lihevkirinê derkevin, lê belê ev civîn amadekariya civîna wezîran e û dê di demeke nêz de li dar bikeve."

‘NAKOKÎ Û GENDELÎ SEDEMA PAŞXISTINA HERÊMA KURDISTANÊ LI BER ZEXTÊN BEXDAYÊ NE′

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Başûrê Kurdistanê wiha nivîsand: "Aliyên siyasî yên Kurd da zanîn ku ji ber encama mentiqî ya rewşa hundirîn a tevlihev a herêmê, Herêma Kurdistanê ya Iraqê kaxiza petrolê ji bo hikumeta Bexdayê ji dest da. Ew yek ji ber nakokiyên di navbera partiyên mezin (PDK û YNK) û serweriya wan li ser dahatên petrolê ji bo malbatên herêmê kontrol dikin. Her wiha sedema din jî gendelî zêde bûye û şêniyên herêmê êşên mezin ji ber wê dikişînin.

Van aliyên siyasî diyar kir ku serkeftina hikumeta navendî ya Bexdayê di kontrolkirina petrol û qedexekirina hinardekirina wê ji bilî şîrketa Somo ya hikumetê, dê bi xwe re bandorên nebaş ji herêmê û serxwebûna wê re bîne.

Çalakvanên Kurd ji vê rewşê aliyên siyasî berpirs dibînin, ji ber ku wan berjewendiyên herêmê ji ber nakokiyên xwe ji dest dan. Li gorî raporan, bawerî di nava saziyên li hundirê herêmê de, li gel nakokiyên mezin di navbera her du partiyan û belavbûna gendeliyê de, tunebûna edaleta civakî, nemaye.

Para ku Kurd ji dahatên petrola herêmê wergirin, li gorî lihevkirina sêşemê hatiye îmzekirin, nayê zanîn. Lê di herhalî de wê ne li gorî mîqdara dahatên herêmê be ku bi tenê bi kar dianî."

′HILBIJARTINÊN ŞAREDARÎ Û HILBIJARTÎ SERNAVÊ QONAXA LI LUBNANÊ YE′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Lubnanê ev tişt nivîsî: "Wezîrê karên hundir û şaredariyan ê hikumeta demkî ya Lubnanê Besam El-Melewî, bal kişand ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan û yên hilbijartî di hikumetê de, parlamento û blokên wê û berpirsiya diyarkirina rojên bo vê yekê jî ji ser xwe rakir. Her wiha dema hilbijartinan ji 7 heya 28′ê Gulanê diyar kir. Ji ber wê jî sernavê qonaxê jî bû hilbijartinên şaredarî û hilbijartî, ne yên serokatiyê. Lê hilbijartinên serokatiyê hîna taloqkirî ne, ji ber ku hêzên lubnanî heta niha li hev nekiriye."

(fr)