Şervanên YPJ`ê 4`ê Nîsanê pîroz kir

Yekîneyên Parastina Jin bi minasebeta 10`emîn salvegera damazrandina xwe û rojbûna Rêber Abdullah Ocelan (4`ê Nîsanê), merasîmek leşkerî li dar xist.

Şervanên YPJ`ê 4`ê Nîsanê pîroz kir
Şervanên YPJ`ê 4`ê Nîsanê pîroz kir
Şervanên YPJ`ê 4`ê Nîsanê pîroz kir
Şervanên YPJ`ê 4`ê Nîsanê pîroz kir
4 nîsan, 2023   09:23
QAMİŞLO

Merasîma leşkerî bi dirûşmeya “JIN, JIYAN, AZADÎ, YPJ misogeriya parastina nirxê şoreşa jinê ye” hat lidarxistin û bi sedan şervanên jin beşdarê bûn. Li cihê merasîmê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Dayika Uweyş, cangoriyên azadiyê, alê YPJ/YPG`ê hatin daliqandin.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, bi sedan şervanên YPJ`ê torana leşkerî li dar xist.

Piştî torana leşkerî, Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed axivî. Newroz Ehmed rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina YPJ’ê pîroz kir.

Newroz diyar kir Rêber Abdullah Ocalan afrînerê fikir û jiyana azad e û hebûna xwe ji bo tevahî azadîxwaz û jinan daye û wiha dom kir: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahî mirov û têkoşberên ji bo demokrasiyê li ber xwe didin e. Rojbûna Rêber Apo li tevahî gelên cîhanê pîroz dikin. Em di şexsê dayika Uweyş de jî hemû dayikên ku têkoşiyane û heta niha li ber xwe didin jî silav dikin.”

Newroz Ehmed bi minasebeta salvegera 10`emîn a damezirandina YPJ`ê ev axaftin kir: “Jin bi saya fikr û zanebûna Rêber Apo gihîştin vê astê. Rêber Apo felsefeya azadiya jinê diyarî hemû jinan kir û îradeyek xurt da avakirin. Îro YPJ’ê salvegera xwe ya 10’emîn pîroz dike. Wek şervanên jin, me bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo xwe nas kir, azadî jî encax bi têkoşînek bêhempa bê bidestxistin.”

Piştî axaftina Newroz Ehmed, bi van herdu minasebetan dar hatin çandin.

(he/c)

ANHA