ʹCivîna çaralî berdewama hevdîtinên Astanayê yeʹ

Cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Tirkiyê û hikumeta Şamê dê li Moskovê bicivin. Siyasetmedar û akademîsyena sûriyeyî destnîşan kirin ku ev civîn jî berdewama civînên Astanayê ne û armanc jê pêkanîna berjewendiyên wan dewletan e.

ʹCivîna çaralî berdewama hevdîtinên Astanayê yeʹ
4 nîsan, 2023   03:26
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA HEBÎB

Roja duşemê li paytexta Rûsya Msokovê amadekariyên civîna çaralî ya cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran,Tirkiyê û hikumeta Şamê dest pê kirin. Civîn bi mijara normalîzekirina têkikiyên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê tê lidarxistin

Li gorî nûçeya rojnameya El Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe dispêre çavkaiyên Tirk, civîna çaralî wê 2 rojan dewam bike.

Wekî ku Enqere ragihandibû diviyabû civîn di 15 û 16'ê Adara derbasbûyî de pêk hatiba. Piştre wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu ragihand ku li ser daxwaza Moskovê da ku bi hikumeta Şamê bişêwire, civîn hat paşxistin.

Çavkaniyên Tirk ji heman rojnameyê re destnîşan kir ku şertê Beşar Esed ê hevdîtina bi serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan re derketina dewleta Tirk ji tevahî xaka Sûriyeyê ye, lê Enqere ev yek wekî ya dawîn nedît û hewldanên xwe yên normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re didomîne.

Tevî dudiliya hikumeta Şamê dîsa jî Rûsya hewl dide hemû aliyan bîne gel hev. Li gorî çavdêran, Moskov hewl dide bi rêya civînê hemû hevkarên xwe yên li ser xaka Sûriyeyê li dijî DYA'yê bike yek. Lê belê pêşketina civînê li benda helwesta dawîn a dewleta Tirk a dagirker ku nayê pêşbînkirin ku ew e têkiliyên xwe yên bi Washington û rojava re bi temamî qut bike.

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku li hember hewldanên Rûsyayê yên pêşxistina civînê, Îranê jî roleke dilîze da ku di civînê de aliyan nêzî hev bike.

Çavkaniyên Tirk ji rojnameya Şerq El Ewsat re diyar kir ku  civîna çaralî ya wezîrên karên derve wekî civîna destpêkê ye  da ku mijarên ku di civîna bê de werin nîqaşkirin, werin zelalkirin. Her wiha got, ji ber xwezaya vê civîna pêşîn hêviya derketina biryarên giring di encama vê civînê de nayê kirin.

BERDEWAMIYA CIVÎNÊN ASTANAYÊ

Akademîsyen û siyasetmedara sûriyeyî Dr. Semîra Mubeyid ji ajansa me re wiha axivî: "Ev civîn berdewama civînên Astanayê ye. Aliyên ku li Astanayê civiyan bi salan  ji bo rêvebirina lihevkirin û şerê çekdarî  li ser qadeke berfireh a Sûriyeyê xebitîn. Hinek hêzên mezin hewl didin ku rola rejîma Esed nexasim li bakurê Sûriyeyê wek berê vegerînin, lê ji ber ku beşek girîng ji bakurê Sûriyeyê ketiye bin kontrola hêzên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, hewldan tên kirin ku nêzîkbûn bi şertê rawestandina piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji bo tevgera Sûriyeyê, bi rê ve biçe."

Semîra wiha domand: "Tevgera Sûriyeyê ya bakurê welêt nêzîkbûna ji rejîma Esed red kiriye. Her wiha raya navneteweyî jî hişyarî ji vê nêzîkbûnê û bandora wê ya li gelek dozan dide. Di aliyê siyasî de jî plan nexasim di bikaranîna doza vegerandina penaberên Sûriyeyî yên li Trikiyê wek amûrekê ji bo hilbijartinan hatin danîn. Ji ber van sedeman Esed ji nêzîkbûna bi dewleta Tirk re dudilî ye. "

TU GUHERTINÊN NÛ TUNE NE

Der barê encamên pêşbînîkirî yê vê civînê de Semîra got: "Ez bawer nakim ku guhertinên nû û cewherî di encama vê civînê de derkevin. Ji ber ku hilbijartinên Tirkiyê roleke sereke dilîzin û ew ê gavên bê yên Tirkiyê diyar bikin. Hikumeta Tirk a heyî hewl dide berî hilbijartinan dosyaya Sûriyeyê û gelek dosyayên din bi dawî bike, lê tevî wê jî nikare vê yekê bike ji ber ku dosya gelekî aloz in."

BAZARÊN SIYASÎ Û PARVEKIRIN

Berî vê civînê, pêvajoya nêzîkbûna hikumeta Şamê ji dewletên Ereban jî derket holê. Di vê çarçoveya de wezêrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad çû Qahîreyê. Rojnameya WallStreet Journal a Amerîkayê diyar kir ku tê pêşbînkirin ku serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û Beşar Esed di dawiya vê Nîsanê de hevdîtinekê pêk bînin.

Di heman çarçoveyê de, ajansa Rueters da zanîn ku wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan dê di hefteyê bê de serdana Şamê bike da ku Beşar Esed bi fermî ji bo beşdariya di lûtkeya Erebî de vexwîne.

Dr. Semîra Mubeyîd wiha zêde kir: "Armanc ji van civînan ne pêkanîna berjrwendiyên gelê Sûriyeyê, lê belê armanc ew e ku her aliyek anku dewletek berjewendiyên xwe pêk bîne. Ev civîn tu caran ji bo gelê Sûriyeyê encamên baş neyne, ji ber ku gelê Sûriyeyî yê rastî tê paşguhkirin û ew bi ser hikumeta Şamê ve tê hesibandin, ew jî hikumeteke xwedî sûcên dermirovî yên li dijî gelê Sûriyeyê ye."

NÛNERTIYA BERJEWENDIYÊN SÛRIYEYIYAN NAKE

Semîra got: "Rejîma Esed hewl nade ku kirîzên Sûriyeyê çareser bike, ne jî rewşa gel baştir bike û ne jî mafên wan pêk bîne, ji ber wê jî nêzîkbûna bi aliyekî wiha re qet nakeve berjewendiyên gelê Sûriyeyê.ʹʹ

Semînera Mubeydî destnîşan kir ku  çareseriya yekane ew e ku guhertinên siyasî yên cewherî pêk bên û Sûriyeyeke nû li ser esasê wekhevî û pirrengî û demokrasiyê bê avakirin û got, divê aştiyên siyasî yên ku li ser hev kom bûne yên ku sûrî ji salan ve azarên wê dikişînin, werin sererastkirin, sînorê nasnameya sûrî were diyarkirin û berhemên wê werin mîsogerkirin.

Akademîsyen û siyasetmedara sûriyeyî Dr. Semîra Mubeyid di dawiya axaftina xwe de got: "Gavên siyasî yên ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê ji xwe re nake bingeh ew ê nikaribin ewlehî û aramiya herêmê pêk bînin, berovajî wê ew ê rewşê aloztir û kirîzê kûrtir bikin."

 (mh)

ANHA