​​​​​​​Li Til Birakê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ên navçeya Til Birakê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyeke hunerî li Navenda Çand û Hunerê li dar xist.

​​​​​​​Li Til Birakê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
​​​​​​​Li Til Birakê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
​​​​​​​Li Til Birakê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
​​​​​​​Li Til Birakê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
​​​​​​​Li Til Birakê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
3 nîsan, 2023   20:46
QAMIŞLO

Çalakiyên bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ên navçeya Til Birakê bi şahiyeke hunerî li Navenda Çand û Hunerê li dar xist.

Di şahiyê de endama Meclisa Malbata Şehîdan a navçeya Til Birakê Weid Elêwî soza şopandina fikrê Rêber Abdillah Ocalan da û got: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye û em ê heta pêkanîna serkeftinê têkoşîna xwe bidomînin."

Weid tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana girtiyên di gireva birçîbûnê de silav kir.

Piştre koma Şehîd Dîlan govend pêşkêş kirin û hunermend Teleb El Nasir stran gotin. Helbestvan Hayil El Helûş jî helbest xwendin.

Şahî bi gerandina govendên gelêrî yên kurdî û erebî bi dawî bû.

(mh)

ANHA