​​​​​​​Li Hesekê pez tê derzîkirin

Gerînendetiya Sewalvaniyê ya Hesekê, piştî berbelavbûna nexweşiya jehrîbûna xwînê di nava pez de, derziyên Enterotoxemia bê pere dan xwediyên pez.

​​​​​​​Li Hesekê pez tê derzîkirin
1 nîsan, 2023   01:40
HESEKÊ HENAR ÎBRAHÎM

Nexweşiya jehrîbûna xwînê ji bo pez nexweşiyeke xeternak e. Bakteriya jehrê dikeve rovikan û ji wir diçe xwînê, bi wê re ji nişka ve nexweşî li pez xuya dibe.

Gerînendetiya Sewalvaniyê ya Hesekê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê derziyên Enterotoxemia bê pere dan xwediyê pez, da ku vê nexweşiyê derbas bikin.

Li ser mijarê hevserokê Gerînendetiya Sewalvaniyê ya Gerînendetiya Çandinî û Avdanê ya Hesekê Kawa Şêxo wiha got: "Me parên xwe yên derziyên Enterotoxemia di destpêka Adarê de wergirtin da ku dest bi hemleya derzîkirina pez bikin. Heta niha me nêzî 500 qutiyên derziyan wergirtin û em belav dikin."

Şêxo got: "Li gorî muzakereya radestkirinê derzî tên radestkirin û divê xwediyên pez serî li yekîneyên şêwirê bidin ku derziyan wergirin."

Şêxo eşkere kir ku derziya Enterotoxemia dihêle sewal û pez xurt bin û li hember nexweşiyê xwe ragirin.

Şêxo got divê hemû xwediyên pez pabendî perspektîfên Gerînendetiya Sewalvaniyê bin û her 6 mehan carekê pezê xwe derzî bikin.

(fr)

ANHA