‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’

Dayika Merdiya ji zaroktiya xwe ve berhemên destkariyê çêdike. Niha jî wê behreya xwe vediguhêze neviyên xwe û dibêje “Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye.”

‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’
‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’
‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’
‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’
‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’
‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’
‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’
‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’
‘Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye’
1 nîsan, 2023   04:37
QAMIŞLO- HÊLÎN EYLÛL

Teşî navgîneke herî qedîm a hunerên destan ên jinan e. Berê jinan bi rêya teşiyê rîs dirêsa û bi wê rîsê jî papik, gore, berikên nimêjê û qazax çêdikirin.

Yek ji wan jinan jî Merdiya Ebdullah (57) a ji bajarokê Hîmo yê Qamişloyê ye. Meyla Merdiya ji 14 saliyê wê de li ser destkariyan heye û heta niha jî ji neviyên xwe re cilan bi sûf çêdike. Li kêlek çêkirina parçeyên ji sûf ji malbata xwe re, Merdiya cîran û xizmên xwe jî ji diyariyan bê par hahêle.

Merdiya Ebdullah destnîşan kir ku ew dema berheman çêdike kêfxweş dibe û got: “Bi taybet di zivistanê de karê destan gelekî xweş e. Ji min re wekî hevalekê ye, dema çênakim kêmaniyê hîs dikim, bûye parçeyekî jiyana min.”

Merdiyayê got bi hunera destên xwe çanda dayika xwe nahêle ji bîr bibe û destnîşan kir ku hunerên destkariyan kêm bûne.

Têkildarî nexşên li ser berhemên xwe jî Merdiyayê got herî zêde nexşên bi navên Fîncanê Qehwê, Enkebût, Mahrê Çil û Çar Ling, Gula Rojê, Dirîban, Kulîlk û Guharê Derî çêdike û wiha lê zêde kir: “Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê heye û ji ber ku bi destê dayikan tên çêkirin, têkiliya wan bi jiyanê heye.”

ANHA