​​​​​​​Hiqûqnas Mihemed Hebîb: Tecrîd hilweşandina peymanên navneteweyî ye

Hiqûqnasê Mihemed Hebîb diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina peymanên Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî mafên mirovan û girtiyên siyasî ye û hilweşandina peymanên navneteweyî ye.

​​​​​​​Hiqûqnas Mihemed Hebîb: Tecrîd hilweşandina peymanên navneteweyî ye
1 nîsan, 2023   00:43
TEBQA - SELAM KÊREWAN

Ji zêdetirî 2 salan ve, tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî yên li Îmraliyê nehatine wergirtin, tevî ku parêzger û malbatên girtiyan 445 daxwaznameyên serlêdanê ji desthilatên Tirkiyeyê re pêşkêş kirin û tedvî hişyarî û xwestekên NY′yê.

Komîteya Wezaretan a Meclisa Ewropayê di 30′yê Mijdarê û 2′yê Kanûna 2021′ê de li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da zanîn ku dewleta Tirk biryarên qedexeya îşkencekirina girtiyên siyasî, nexasim li Îmraliyê binpê dike.

Komîteya Mafên Mirovan a NY′yê di Hezîran û Îlona 2022′yan de ji dewleta Tirk xwest sînorekî ji astengkirina têkiliyên bi Îmraliyê re deyne.

Hiqûqnasê sûriyeyî û dozgerê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Mihemed Hebîb li ser mehrûmkirina Rêber Abdullah Ocalan bi derve re got paşguhkirin û binpêkirina eşkere ya biryar û qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan ji hêla dewleta Tirk ve ye.

Hebîb wiha got: "Girankirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û dewleta Tirk a dagirker van peymanên navneteweyî binpê dike.”

Hebîb wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker qanûna mafê hêviyê ya ku azadiya piştî 70 salî dide girtiyan, îmze kir. Lê ew îro mafên mirovan û pîvanên navneteweyî binpê dike.”

Hebîb diyar kir ku di qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) de mafên girtiyên siyasî heye û wiha pê de çû: "Rêber Ocalan rêberekî siyasî ye, li gel wî projeyeke siyasî heye û xwedî mafên di qanûnên NY′yê de ye."

(fr)

ANHA