​​​​​​​Nimûna berxwedan û pêşengiyê: Îmralî

Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku di mercên herî giran ên tecrîd û îşkenceyê de dikare jiyaneke mezin bijî û têbikoşe. Rêber Abdullah Ocalan bi nav gotinan têkoşîna xwe ya di girtîgehê de wesif dike" Ji bo ez li diyarde û pirsgirêka Kurd serwext bibim, fêhm bikim û derfetên çareseriyê bihûnim Zindana Îmraliyê ji bo min tam bû qadek ku ez lê şerê heqîqetê bimeşînim."

​​​​​​​Nimûna berxwedan û pêşengiyê: Îmralî
31 adar, 2023   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî mercên giran ên tecrîdê û qedexeya danîna têkiliyên bi derve re, Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe li girtîgeha Îmraliyê didomîne.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5ʹemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de behsa rewşa li girtîgeha Îmraliyê û çawa ku girtîgeha kiriye qada şerê heqîqetê dike.

DİVÊ EZ XWE Jİ BO ŞERT Û MERCÊN TECRÎDÊ ÎQNA BİKİMʹ

Rêber Abdullah Ocalan dibêje "Di pêvajoya Îmraliyê de komploya li ser min ferz kirin ewqasî dijwar bû ku bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Di rojên destpêkê de min bi xwe jî nikarîbû tesewir bikim ka ez ê çawa li ber xwe bidim. Ne gelek salên bihurîn, ez nedifikirîm salekê jî derbas bikim. Fikreke min a min di ber xwe de digot hebû, min digot: “Hûn ê çawa karibin bi mîlyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd di dema şertên anîna zindanê de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan kesî yan jî ez kiribûm vê rewşê. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir. Mirov hîç nikarin ji malbat û zarokên xwe qut bibin, lê ez ê demeke dirêj û bi awayekî careke din hîç li wan venegerim çawa ji îradeya mîlyonan a yekbûyî qut bibûma! Ev îradeya bi mîlyonan a yekbûyî mirin li ber çavan girtibû û pêk hatibû. Nameyên ji gel ên çend rêz jî nedidan min. Heta niha ji bilî nameyên hevriyên li zindanê yên ku beşekî mezin nedan min û wan pirr kêmên wan ên di kontroleke hûrûkûr re derbas bûne û ji bilî çend îstîsnayan, hîç name nedane min. Min nikarîbû ez nameyan bişînim. Ev xusûs hemû belkî hinekî rewşa ku tecrîdê rê li ber vekiriye qismî rave bikin."

Rêber Abdullah Ocalan wiha li nirxandinên xwe zêde dike " Ya rastî, şertên derve, dewlet, îdare û girtîgeh bi xwe weke qesran jî hatibin amadekirin têrê nakin ku rave bikin bê ka ez çawa xwe li vê tecrîda xweserî xwe radigirim. Divê mirov di şert û mercan û nêzîkatiyên dewletê de li hêmanên sereke nepirse. Ya diyarker ew e, divê ez xwe ji bo şert û mercên tecrîdê îqna bikim. Diviyabû sedemên min ên wisa mezin hebûna ku min karîbûya xwe li tecrîdê ragirtana û herçiqasî tecrîd bûya jî diviyabû min îspat bikira ku mirov dikare bibe xwediyê jiyaneke mezin. Dema ez bi vê fikrê rabim, serê pêşî divê ez behsa du têgînên sereke bikim.

Ya pêşî, der barê statuya civakî ya Kurdan de ye. Ez wisa difikirîm: Ji bo ez jiyana azad bixwazim, divê civaka ez endamê wê me azad bibe. Ya rastî, bêyî azadbûna civakê azadbûna ferdî nedibû. Ji aliyê sosyolojîk ve azadiya ferd bi temamî bi asta azadiya civakê ve girêdayî ye. Dema ez li gorî vê feraziyê li rewşa Kurdan difikirîm, min wer fêhm dikir ku jiyana Kurdan ji zindaneke tipîtarî ya bi dîwaran dor lê hatiye girtin ti cudahiya xwe nîne. Ez vê fêhm û têgihiştina xwe bi vegotineke wêjeyî nayînim ziman, bi temamî weke heqîqeta rastiyê ya pêkhatî îfade dikim. Ya diduyan, ji bo bi awayekî tam serwextbûna li têgînê, hewcedarî bi girêdana pîvaneke exlaqî heye. Divê tu xwe serwext bikî ku jiyan ji sedî sed bi girêdana bi civakekê ve dibe. Yek ji têgihiştinên girîng ên ku modernîteyê ew afirandine û bi wan ferd razî kirine ew e, bêyî girêdana civakî ferd dikare bijî. Ev îqna vegotineke qelp e. Ya rastî, jiyaneke bi vî awayî tineye, lê weke rastiyeke ferazî ya hatiye çêkirin, didin qebûlkirin. Mirov ji vê pîvanê mehrûm bibe, ev tê wê maneyê ku exlaq jî ji hev de ketiye."

DİVÊ JİYANA KURD TÊKOŞÎNA Jİ BO HEMBÛN Û AZADİYÊ BE

Rewşa Kurdan a ji sedî sed koletî bû –ku hê jî bi vî rengî ye –ji sedî sed nehişt ku ez xeyal bikim “jiyana azad pêkan e”. Ez bi vê îqna bûm: Dinyayeke min tineye ku ez têde azad bijîm. Li vir min zindana derve û hundir gelekî da ber hev. Di encamê de ez pê hisiyam ku girtîbûna li derve ji bo ferd bêhtir bi tehlûke ye. Ferdekî Kurd xwe li derve azad bihesibîne û bijî, ev ê xwe xapandineke mezin be. Jiyaneke di bin xwe xapandin û derewê de derbas bibe, jiyanek e ku ji dest çûyiye, û xiyanet lê hatiye kirin. Encama min ji vê bi dest xistî ev e, ez li derve bi tenê bi şertekî dikarim bijîm, ango ez bîstûçar saetê rojê ji bo hebûn û azadiya Kurdan (di şertên kapîtalîzmê de ji bo kedkarên Tirk) têbikoşim pêkan e. Ji bo Kurdekî bi rûmet û bi exlaq, jiyan ji sedî sed bi têkoşîna bîstûçar saetên rojê yên ji bo hebûn û azadiyê pêkan e.ʹʹ

Rêber Abdullah Ocalan her wiha dibêje " Min dema bi vê pîvanê jiyana xwe ya derve dipîva, min qebûl dikir ku ez bi exlaq rabûme. Di berdêla vê de kuştin an jî ketina zindanê li gorî xwezaya şer e. Li gorî ku jiyaneke bêyî şer sextekarî û bêrûmetî ye, kuştin an jî xweragirtina li zindanê li gorî xwezaya çalakiyê ye. Ez divê xwe li şert û mercên zindanê ragirim, ev li gorî sedema min a jiyanê ye. Çawa ku mirov nikare rûyê xwe ji têkoşîn, her şêweyê şer ê hebûn û azadiyê ba bide, divê mirov zindanê jî weke encam qebûl bike. Ji ber ku tu ji bo jiyana azad têdikoşî û bêyî wê jî nabe. Eger mijar Kurd be, û ew Kurd jî bawer bike ku sosyalîst e, û eger di bin fermana lîberalîzm, kapîtalîzm an jî fanatîzmeke dînî ya çeloxwarî de nebe, ji bilî şerê ji bo jiyaneke exlaqî û etîk, li derve ti tiştekî tu bikî û cîhaneke te ya tu lê bijî tineye."

ÎMRALÎ BÛYE MEYDANÊ ŞERÊ HEQÎQETÊ

Rêber Abdullah Ocalan dibêje girtîgeha Îmraliyê ji bo wî bûye qada şerê heqîqetê "Ji bo ez li diyarde û pirsgirêka Kurd serwext bibim, fêhm bikim û derfetên çareseriyê bihûnim Zindana Îmraliyê ji bo min tam bû qadek ku ez lê şerê heqîqetê bimeşînim. Li derve bêhtir gotin û çalakî xwedî hukim bûn, lê li zindanê mane bi hukim e."

Rêber Abdullah Ocalan dîsa jî dibêje: "Ji bilî sedemên fizîkî yên rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin, aliyekî jiyana Îmraliyê ku nikaribim xwe lê ragirim, tineye. Li gorî berê moral, bîrewerî û hêza îradeyê paşve neçûne; berevajî bêhtir xwe parzûn kirine, dawerivandine, bi estetîkê xwe xwedî kirine û bi aliyê xweşikbûnê ve dewlemend bûne. Her ku mirov ravekirina heqîqetên civakî bi zanist, felsefe û estetîkê xurt dike, derfet û îmkanên jiyaneke rast, qenc û xweşik çêdibin. Li şûna ku ez ê bi mirovên modernîteya kapîtalîst ji rê derxistî, ji riya heqîqetê derxistî re bijîm, ez tercîh dikim heta niqrîska dawî bi tena serê xwe di hucreya xwe de bimînim.ʹʹ

Her wiha Rêber Abdullah Ocalan dibêje: "Çi li derve çi li hundir, çi di zikê dayikê de çi di dem û mekanekî li ezman de, jiyana mirov bi tenê bi azadî, wekhevî (bi cihêrengiyan) û demokrasiyê dibe. Li derveyî vê şêweyên jiyanê jirêderketî ne, ango bi nexweşî ne. Ji bo bikeve ser riyeke rast û têkûz bibe, şoreş jî di navê de divê bi gotin û çalakiyên cihêreng ên civakî têkoşîn bê kirin. Ji bo vê jî îrade û zêhniyeta etîk, estetîk, felsefî û zanistî bê pêkanîn.

Hingê di rewşeke gengaz a derketinê de ez li ku dibim bila bibim, di kîjan dem û dewranê de dibim bila bibim, ez ê ji bo civakbûyîna dixwazim bibim endamekî wê, ji bo Kurdan ku ev rastiya trajîk herî zêde bi serê wan de tê, ji bo netewebûyîna demokratîk a riya rizgarî û çareseriya wan e, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a riya rizgarî û çareseriya di serî de gelên cîran ên ku ew jî parçeyekî wan in, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a ku riya rizgarî û çareseriya gelên cîhanê ye ku ew jî beşekî wan in, pirr asayî ye ku ez ê heta dawiyê bi şêwazê xwe yê gotin û çalakiyê di nava têkoşînê de bim. Bi hêza zanistî, felsefî, etîk û estetîk a ku ev yek pêwîst dike kesayeta min a heqîqetê parake mezin bi dest xistiye, ez ê bi vê kesayeta xwe ya heqîqetê bimeşim, ez ê di jiyanê de bi ser bikevim û ez ê wê bi her kesî re parve bikim.ʹʹ

(bb)

ANHA