ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-04-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-04-2023
31 adar, 2023   23:00

-Bi boneya salvegera 10ʹemîn a damezirandina YPJʹê, pêşangeheke wêneyan li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya navçeya Dêrikê tê vekirin û helbest tên xwendin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên herêmê Cejna Ekîto li gundê Hikmiyê yê Dêrikê pîroz dikin, saet 14:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê şahiyekê ji bo zarokên şehîdan li navenda çandê ya navçeyê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gundê Girê Şêran ê Tirbespiyê Cejna Ekîto tê pîrozkirin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana  Şehîd Yekta Herekol di roja 6ʹan de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam dike, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûr a Demokratîk bi boneya Cejna Ekîto şahiyekê li gundê Til Werdiyat ên navçeya Til Temirê li dar dixin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendetiya Sewalvaniyê ya Hesekê, piştî berbelavbûna nexweşiya jehrîbûna xwînê di nava pez de, derziyên Enterotoxemia bê pere dan xwediyên pez. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi desteka şêniyên Reqayê yên li hundir û derve, xwaringehên alîkariyê yên li Reqayê rojane xwarinê didin 950 malbatên xizan, hewcedar û sêwiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berî çend rojan hikumeta Şamê qanûna guhertina 5 wezaran derxist. Pispor û çavdêran diyar kirin ku ev guhertin nagihîjin asta rewşa li ser erdê. Her wiha destnîşan kirin ku wezîrên hikumeta Şamê wekî lîstik di destê rêveberiyeke navendî de ne ku li gor berjewendiyên xwe tenê tevdigere bêyî ku girîngiyê bide pêdiviyên welatiyan. (BI WÊNE).

- Hiqûqnasê Mihemed Hebîb diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina peymanên Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî mafên mirovan û girtiyên siyasî ye û hilweşandina peymanên navneteweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika Merdiya ji zaroktiya xwe ve berhemên destkariyê çêdike. Niha jî wê behreya xwe vediguhêze neviyên xwe û dibêje “Her nexşekê têkiliya xwe bi xwezayê re heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Di destpêka Adara derbasbûyî de 3 bangên amerîkî û banka Credit Suisse ya herî mezin li Swîsrayê îflas bûn. Çavdêr û pispor hişyarî didin ku aloziya bankan bibe destpêka bidawîbûna pergala kapîtalîst a global. (BI WÊNE).

DOSYA

- Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku di mercên herî giran ên tecrîd û îşkenceyê de dikare jiyaneke mezin bijî û têbikoşe. Rêber Abdullah Ocalan bi nav gotinan têkoşîna xwe ya di girtîgehê de wesif dike" Ji bo ez li diyarde û pirsgirêka Kurd serwext bibim, fêhm bikim û derfetên çareseriyê bihûnim Zindana Îmraliyê ji bo min tam bû qadek ku ez lê şerê heqîqetê bimeşînim." (BI WÊNE).

ANHA