​​​​​​​Kompanyayek din hilbirandina petrolê li Başûrê Kurdistanê rawestand

Kompanyaya Petrolê ya Gulf Keystone ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li Başûrê Kurdistanê hilberîna petrolê rawestandandine.

​​​​​​​Kompanyayek din hilbirandina petrolê li Başûrê Kurdistanê rawestand
31 adar, 2023   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî di 25’ê Adarê de biryar da ku ji Başûrê Kurdistanê bê Iraqê petrol ji bo Tirkiye nayê firotin. Biryarê bandora xwe li ceyranê jî kir.

Piştî biryarê kompanyaya petrolê ya Gulf Keystone a Kanadî ku li bîrên petrolê yên Şêxan kar dikir, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew karên xwe ên li Başûrê Kurdistanê didin rawestandin.

Kompanyayê da zanîn ku karên xwe rawestandine, lê tenê ew ê petrola di enbaran de mayî, bişînin.

Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê ya têkildarî ragirtina petrol herêma Başûr ya ji bo Tirkiyeyê, Kompanya DNO ya Norwêcî ku li Başûrê Kurdistanê di warê derxistin û hinardekirina petrol û gazê de kar dikir, di 29’ê Adarê de ragihandibû ku ew bi awayek demkî karê berhemanîna petorlê li Başûr Kurdistanê disekinînin.