​​​​​​​Li Reqayê xwaringehên alîkariyê xwarinê didin sêwî û malbatên hewcedar

Bi desteka şêniyên Reqayê yên li hundir û derve, xwaringehên alîkariyê yên li Reqayê rojane xwarinê didin 950 malbatên xizan, hewcedar û sêwiyan.

​​​​​​​Li Reqayê xwaringehên alîkariyê xwarinê didin sêwî û malbatên hewcedar
​​​​​​​Li Reqayê xwaringehên alîkariyê xwarinê didin sêwî û malbatên hewcedar
​​​​​​​Li Reqayê xwaringehên alîkariyê xwarinê didin sêwî û malbatên hewcedar
​​​​​​​Li Reqayê xwaringehên alîkariyê xwarinê didin sêwî û malbatên hewcedar
​​​​​​​Li Reqayê xwaringehên alîkariyê xwarinê didin sêwî û malbatên hewcedar
​​​​​​​Li Reqayê xwaringehên alîkariyê xwarinê didin sêwî û malbatên hewcedar
1 nîsan, 2023   03:30
REQA-ENES MIHEMED

Di 2018′an de Xwaringeha Alîkariyê ya Ferdos hate avakirin, ji wê demê ve xwaringeh di Remezan û mehên din de xwarinê dide xizan û hewcedarên li Reqayê.

Xwaringeha Ferdos di Remezanê de, rojên duşem û pêncşeman xwarinê dide 700 malbatan, ji wê zêdetir jî paketên xwarinê mehane dide û di mehên din de jî xwaringeh bi awayekî rojane xwarinê dide 350 malbatên sêwiyan û hewcedaran.

Gerînendeyê Xwaringeha Alîkariyê ya Ferdos Yasir El Delî ji ANHA’yê re got: "Berê Xwaringeha Alîkariyê ya Ferdos di dirêjahiya Remezanê de xwarinê dida, lê bi bilindbûna dolar li hember lîreya Sûriyeyê re xwarina îsal kêm bû û cara yekê ye di hefteyê de di rojên duşem û pêncşemê de xwarinê pêşkêş dike."

El Delî wiha domand: "Lê ev yek bi dayîna paketên xwarinê tê tawîzkirin, da ku di rojên din ên hefteyê de bi wan re bibe alîkar. Di xwaringehê de 18 dilxwaz, ajokar û jimarker bê pere dixebitin."

El Delî diyar kir ku 350 malbat ji bilî meha Remezanê sûdê ji xwaringehê werdigirin, lê di Remezanê de hejmara malbatên sûdê werdigirin dibe 700 malbat.

Her wiha El Delî wiha pê de çû: "Xwaringeh li kêlek xwarinê paketên xwarinê jî her mehê carekê di dirêjahiya salên borî de dida. Di paketan de birinc, savar, makerona, dimisê firingiyan, zeyta giya, xurme û helwê hene."

Li gorî El Delî ev xebat bi piştgiriya şêniyên Reqayê yên li derveyî welat û hin welatiyên li hundirê tê kirin.

Li aliyekî din jî dilxwazê bi navê Mihemed El Hamid ê li Xwaringeha Alîkariyê ya Rimêle kar dike wiha got: "Xwaringeh alîkariya 250 malbatên ji sêwî, xizan û hewcedaran dike û ger mîqdar zêde bû, li hin malbatên din jî xwarin tê belavkirin."

Xwaringeha Alîkariyê ya Rimêle ya Sêwiyan di destpêka 2020′an de hate avakirin û tê de 15 dilxwazên ji mêr û jinan bê pere dixebitin.

El Hamid li dawiyê ev tişt got: "Piştgirên sereke yên xwaringehê ji şêniyên Reqayê yên dewlemend in û hîna desteka wan heta niha dewam dike. Em ê alîkariya şêniyên xwe yên hewcedar ên Reqayê her tim bikin."

(fr)

ANHA