​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja 5ʹan de dewam dike

6ʹemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol di roja xwe ya 5'emîn de didomin.

​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja 5ʹan de dewam dike
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja 5ʹan de dewam dike
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja 5ʹan de dewam dike
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja 5ʹan de dewam dike
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja 5ʹan de dewam dike
31 adar, 2023   15:33
QAMIŞLO

6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja 5ʹemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo dewam dike. Mîhrîcana bi elaqeyeke mezin a hemû beşên civakê tê nîşandan.

Di roja 5'emîn de, şanoya komedî ya bi navê "Kolana jibîrbûyî" ya koma navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo  hat pêşandan. Di şanoyê de 15 lîstikvan dilîzin. Nivîskar û derhênerê şanoyê Kawa Fetah e.

Lîstik bi rêya komedyayê bal dikişîne ser rewşa zehmet ya jiyan, xizmetguzarî û civakî li herêmê.

Piştre jî bi beşdarbûna bi dehan lîstikvan, derhêner û şanogerann semînerek bi navê "Rexnegiriya şanogerî" ji aliyê derhêner şanoyê Welîd Omer ve hat dayîn. Omer rexnegiriya şanogerî û armanca wê di şanoyê de anîn ziman. Her wiha behsa hûrgiliyên şanoyê yên wek dîkor, ronahî û asta lîstikvanan kir.

desthilata herêma Başûrê Kurdistanê nehişt komeke şanoyê ji Başûr derbasî Rojava bibe. Ji ber wê jî li şûna şanoya wan, şanoya "Kantayiner" ya  koma navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê hat pêşkêşkirin. Şano ji 4 lîstikvanan pêk tê. Nivîskarê şanoyê Ebas El Hayik e û derhêner Ebdurehman Omer e.

Kantayiner sondiqa hesin e ya ku penaber tê de tên bicihkirin. Şano çîroka 2 hevjînên hev ên penaber vedibêje  ku di hundirê wê sondiqê de dijîn û berê jî tecawiza cinsî li wê jinê hatiye kirin ku di encamê de jî rewşa zilama a derûnî xerab dibe.

(mh)

ANHA