​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundurîn têkildarî êrişa xwekujî ya li Hesekê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundurîn  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku wan bersiva êrişeke xwekujî ya du çeteyên DAIŞʹê ya li dijî navenda wan a li bajarê Hesekê dan û 2 êrişkar hatin kuştin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundurîn têkildarî êrişa xwekujî ya li Hesekê daxuyanî da
31 adar, 2023   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundurîn  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hewldana du çeteyên DAIŞʹê ya pêkanîna êrişê li dijî navenda wan a li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

ʹʹÎro di 31’ê Adarê de, du çeteyên xwekuj ên DAIŞ’ê ku bi cilên leşkerî yên QSD’ê xwe kamuflaj kiribûn, hewldan ku êrişê Navenda Hêzên Ewlekariya Hundurîn a taxa Neşwa ya girêdayî bajarê Hesekê bikin.

Hêzên me, Hêzên Ewlekariya Hundurîn piştî pevçûneke demkurt ev êrişa xwekuj têk bir û di encamê de herdû çeteyên xwekuj hatin kuştin. 2 çekên Kleşnîkof, 20 jarjûrên dagirtî yên çeka Kleşnîkofê, 8 bombeyên dest û 2 yelekên teqemeniyê ku li cem her du çeteyan bûn, hatin desteserkirin. Hêzên me di derbarê vê êrişê de dest bi lêpirsîneke berfireh kir.

Em wek fermandariya giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundurîn teqez dikin ku emê  li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) her awayî êrişên ku aramiya herêma me ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê hedef dikin, têk bibin û vala derxînin. Her wiha em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li hemberî êrişên bi vî rengî baldar bin û di derbarê her rewşeke bi gûman de, me agahdar bikin.ʹʹ

(bb)