​​​​​​​Parlamentoya Awisturyayê pêşnûmeya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk qebûl kir

Parlementoya Neteweyî ya Awisturyayê pêşnûmeyek qebûl kir û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û li dijî êrişan daxwaza parastina gelê Kurd kir.

​​​​​​​Parlamentoya Awisturyayê pêşnûmeya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk qebûl kir
31 adar, 2023   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên desthilatdar û muxalîf ên li Awisturyayê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêşnûme amade kir û duh li Parlamentoya Neteweyî ya Awisturyayê hat nîqaşkirin.

Di pêşnûmeyê de êrişên li ser xaka Iraq û Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate xwestin ku dewleta Tirk li gorî qanûnên navneteweyî tev bigere. Pêşnûme bi pêşengiya parlamenter Dr. Reinhold Lopatka, Dr. Ewa Ernst-Dziedzic, Petra Bayr û Dr. Helmut Brandstatter hate pêşkêşkirin.

Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat a Awisturyayê (SPO) Katharina Kucharouts di parlamentoyê de axivî û bal kişand ser êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û berê xwe da wezîrê karên derve Alexander Schallenberg û got: "Birêz Wezîr, hûn ê kengî dewleta Tirk bisekinînin?"

Piştre ji Partiya Gel a Awisturyayê (OVP) Reinhold Lopatka axivî û anî ziman ku nebûna statuya zêdetirî 45 mîlyon Kurdan, rê li ber hemû şer û krîzên li herêmê vekiriye. Lopatka diyar kir ku ne tenê dewleta Tirk, dewleta Îranê jî li dijî gelê Kurd zilmê dike û got: "Divê êşên gelê Kurd biqedin. Bi taybetî Awisturya divê zextê ne tenê li Tirkiye û Îranê bike, li Sûriye û Iraqê jî bike da ku gelê Kurd bê parastin."

Endamê Partiya Azadiya Awisturyayê (FPO) Axel Kassegger jî got ku ew êrişan bi tundî şermezar dikin. Kassegger xwest dewleta Tirk bi awayekî cidî bê hişyarkirin.

Piştre li ser navê Partiay Keskan jî Ewa Ernst-Dziedzic axivî û bi dûrişma 'Jin, jiyan, azadî' dest bi axaftina xwe kir.

Ernst-Dziedzic got wek partî ew her tim ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd dikevin nava hewldanan û xwest sazûmaniya bi pêşengiya jinên li Rojava hatiye avakirin, bê parastin.

Ernst-Dziedzic jî di dawiya axaftina xwe de berê xwe da Wezîrê Karên Derve Schallenberg û got: "Heke hûn ê hewl bidin yekî biparêzin, Kurdan jî biparêzin. Divê îro ji bo gelê Kurd çareseriyek ji vê meclisê derbas bibe.”

Parlametner Helmut Brandtatter jî diyar kir ku rejîma Erdogan ji rejîmên din ên dîktator ne cudatir e û ev bang kir: "Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerekî dimeşîne, em nikarin li hemberî vî şerî bê deng bimînin."

Her wiha parlamenterê SPO Harald Troch jî mîna parlamenterên din berê xwe da wezîrê karên derve û got: "Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ne nû ne, Qibris 50 sal e di bin dagirkeriya Tirk de ye. Di navbera dagirkirina Qibrisê û dagirkirina Ûkraynayê de çi cudahî heye, êdî şiyar bibin."

Piştî axaftinên parlamenteran, dengdana li ser pêşnûmeyê dest pê kir. Pêşnûme bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

BANGÊN DI PÊŞNÛMEYÊ DE

Di pêşnûmeyê de ev bangên sereke cih digirin:

- Divê Hikumeta Federal, bi taybetî jî Wezareta Karên Derve ji bo dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere, însiyatîfan wergire.

- Divê Hikumeta Federal û Wezareta Karên Derve ji bo parastina gelên li bakurê Iraqê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê û binesazî bên parastin, bixebitin.

- Divê Hikumeta Federal, Ewropa û civaka navneteweyî ji bo gelê sivîl ê li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê, bi taybetî ji bo gelê Kurd, desteka mirovî bide.