MSD`ê bang li çalakirina rola êlên herêmê di çareseriya siyasî de kir

MSD`ê di panelekê de bang li çalakirina rola êlan di çareseriya siyasî ya ji bo çareserkirina aloziya welêt de kir.

MSD`ê bang li çalakirina rola êlên herêmê di çareseriya siyasî de kir
29 adar, 2023   15:43
REQA

Endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê herêmên rizgarkirî, rûspiyên êlên herêmê û gelek siyasetmedarên Reqayê tev li panelê bûn.

Panel bi navnîşan “Rola siyasî ya êlan di pêşeroja Sûriyeyê de” li Reqayê li dar ket. Di panelê de, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Hesen Mihemed Elî Rehmûn axivî û şehîdên komkujiya Cindirêsê bi bîr anîn û got: “Ji bo çalakirina rola êlên herêmên me di çareseriya siyasî û pêşeroja Sûriyeyê de em îro li hev kom bûn.”

Mihemed Elî balkişand ser nêzîkbûna di navbera Tirkiyek û Sûriyeyê de û hin dewletên ereb û wiha domand: “Ev nêzîkbûn, hewldanên navneteweyî ji bo çareserkirina aloziyê çi li Cinev yan jî Astanyê, nexasim piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê, gurbûna şer di navbera wan de, têkiliyên Erebistana Siûdî û Îranê, em dikarin bêjin ku dê vegerin mîna berê. Lê ev guhertin dê bandor li herêmên me jî bike.”

Mihemed Elî got: “Divê em baş bifikirin. Ji ber ku em beşeke hevkêşeya Sûriyeyê û çareseriya siyasî ne. Lê ji ber rewşa heyî, divê bi alîkariya êlên herêmê em ji vê hevkêşeyê bi hêztir û bi biryarên xurttir derkevin.”

Rûspiyan di panelê de pêwîstiya çalakirina rola êlan û avakirina komîteyên rûspiyan ji bo ku têkiliyan bi dewletên ereb ên xwedî taybetmendiyên êlî re deynin mîna Urdun, Îmarat, Siûdiye, Iraq û sûdê ji tecrubeya urdunî bigirin û wê di pratîkê de li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê pêk bînin.

Piştî bidawîbûna nirxandinan, Hesen Mihemed Elî destnîşan ku divê her mecliseke rûsiyan civîna xwe li dar bixin, nêrînên xwe der barê rêveberiyê binirxînin û wê ragihînin cihê pêwîst, li hember gendeliyê tê bikoşin û rola êlan li ser asta erebî çalak bikin.

MIhemed Elî got: “Em di pêvajoyeke çarenûsî û hebûnê re derbas dibin. Em dê çarenûsa xwe diyar bikin û pirsgirkên xwe bi rejîmê re bi vîna gelê xwe yê Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çareser bikin.”

Di dawiya panelê de sînevizyonek têkildarî dîroka êlên ereb û rola wê di derxistina osmaniyan û Fransa ji Sûriyeyê hate pêşandan.

(dm/şx)

ANHA