​​​​​​​Ji ber bahozê li Helebê avahiyek hilweşiya

Ji ber bahozê, li Helebê avahiyek hilweşiya ku berê di encama erdhejê de qelişî bû.

​​​​​​​Ji ber bahozê li Helebê avahiyek hilweşiya
29 adar, 2023   15:19
HELEB

Li taxa Îzaa ya Helebê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ye, avahiyeke 4 qatî ji ber bahozê hilweşiya. Li gorî meclisa bajarê Helebê avahî ji ber erdhejê qelişîbû û hatibû valakirin.

Li gorî Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, li her du taxan 12 avahî di encama erdhejê de qelişîne û dikin hilweşin.

Heta niha tenê avahiyek ji wan 12 avahiyan hate hilweşandin, ji ber ku di encama dorpêça hikumeta Şamê de, amûr û wesayîtên pêwîst nakevin taxê û şaredarî nikare avahiyên qelişî hilweşîne.

(şx)

ANHA