Bi boneya 4′ê Nîsanê zarokên şehîdan hatin xelatkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan zarokên şehîdan ên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî xelat kirin.

Bi boneya 4′ê Nîsanê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Bi boneya 4′ê Nîsanê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Bi boneya 4′ê Nîsanê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Bi boneya 4′ê Nîsanê zarokên şehîdan hatin xelatkirin
29 adar, 2023   12:48
EYN ÎSA

Di şahiya xelatkirinê ya li Parka Jinê ya li naverasta Eyn Îsayê de, bi dehan malbatên şehîdan û zarokên wan amade bûn.

Di şahiyê de dayikên şehîdan û zarokên wan axivîn û helbest xwendin û her wiha soza şopandina têkoşînê heta pêkanîna azadiyê da.

Di şahiyê de gelek stran û çalakiyên zarokan hatin pêşkêşkirin. Şahî bi xelatkirina zarokên şehîdan bi dawî bû.

4′ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e ku di 1948′an de ji dayik bûye.

(fr)

ANHA