ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2023
28 adar, 2023   23:00

-Bi meşeke navendî ku li Dêrikê tê lidarxisitn, şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê komkujiya li Cindirêsê şermezar dikin, saet 11:00ʹan. Bi heman armancê li bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna şêniyên bajar û şêniyên navçeyên Til Hemîs, Til Birak, Tirbespiyê û Amûdê meşek tê lidarxistin, meş ji pêşiya Navenda Mihemed Şêxo dest pê dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja sêyemîn de li Navenda Mihemed Şêxo dewam dike, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi civîneke çapemeniyê ku li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, encamên pêşbirka helbesta kurdî ya ciwanan a sala 2023ʹyan eşkere dike, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) panelekê bi navê "Rola siyasî ya eşîran di pêşeoja Sûriyeyê de" li navenda xwe ya li Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên kantona Girê Spî xemsariya navneteweyî ya li hember berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoya hesas de ya dîroka herêmê de Rêber Abdullah Ocalan hêviya guhertina şoreşgerî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nêzîkatiyên berpirsên ENKSʹê yên der barê komkujiya Cindirêsê de ji nêzîkatiyên alîgirên rejîma Baasê yên ku dixwestin Serhildana 12'ê Adara 2004'an li Raco vemirînin ne cuda ne. Her çiqasî ku nav cûda bin jî lê armanc yek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedaran diyar kir ku komkujiya Cindirêsê delîla kîn û nefreta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li hember gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dîlan rêbazeke parastina mîras û çanda herêmekê yan gelekî ye. Koma Şehîdên Qereçoxê ya jinan mînaka vê yekê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Erebistana Siûdî û Îranê li hev kir ku ji nû ve têkiliyên dualî bidin destpêkirin. Gelo bandorên vegera têkiliyên dualî li ser rewşa Lubnanê çi ne? Dê ji bo ewlehî û îstîqrara li herêmê û xurtkirina hevkariya erênî bibe alîkar? An jî mijar Riyad û Tehranê derbas nakin? (BI WÊNE).

ANHA