​​​​​​​Ji 12'ê Adarê heta Cindirêsê; rû hatin guhertin, lê armanc yek e

Nêzîkatiyên berpirsên ENKSʹê yên der barê komkujiya Cindirêsê de ji nêzîkatiyên alîgirên rejîma Baasê yên ku dixwestin Serhildana 12'ê Adara 2004'an li Raco vemirînin ne cuda ne. Her çiqasî ku nav cûda bin jî lê armanc yek e.

​​​​​​​Ji 12'ê Adarê heta Cindirêsê; rû hatin guhertin, lê armanc yek e
29 adar, 2023   00:47
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Li gel têkoşîna gelê Kurd a li hemberî siyasetên qirkirinê, di nava vî gelî kesên ku li berjewendiyên xwe digerin û xizmetê ji dijmin re dikin, derdikevin.

Dema Serhildana 12ʹê Adara 2004ʹan a ku ji Qamişloyê li dijî polîtîkayên rejîma Baasê dest pê kir û li deverên cuda belav bû, li navçeya Raco ya Efrînê jî alîgirên rejîmê xwestin bi hemû rêbazan serhildanê tune bikin. Piştî komkujiya şeva Newrozê ya li navçeya Cindirêsê ku di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn, heman bûyer û dîmen dûbare bûn.

DÎROK XWE DUBARE DIKE

Çirûska Serhildana 12'ê Adara 2004'an gihîşt kantona Efrînê. Şênî bi îrade û hêzeke xurt li dijî polîtîkayên rejîma Baas serî hilda û daketin qadan. Di serhildanê de hejmareke welatî ji aliyê hêzên Şamê ve hatin qetilkirin. Tevî vê yekê jî xwepêşandanan berdewam kirin.

Hikumeta Şamê dema nikarî çirûska serhildanê vemirîne ji kesayetên Kurd ên alîgirên xwe xwest ku rewşê aram bikin û serhildanê rawestînin.

Wê demê, Kurdên ku ji bo hikumeta Şamê kar dikirin, yek ji wan Îsmet Xubarî di xwepêşandanên li navçeyên Raco, Cindirêsê û navenda bajarê Efrînê de soz dida ku ew ê ji bo cezakirina kujerên ciwanên Kurd bixebitin. Bi vê gotinê Xubarî xwest xwepêşandanan kontrol bike û êrişên li dijî ciwanên Kurd wekî şaştiyên ferdî bide nîşandan.

Li Efrînê ya ku ev 5 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, şêniyên navçeya Cindirêsê li dijî komkujiya şeva Newrozê xwepêşandan li dar xist. Xwepêşanderan sembolên kurdî hildan û dirûşmên "Êdî bes e" berz kirin. Her wiha xwestin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derkevin.

Li dijî vê komkujiyê gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê û Ewropayê derketin qadan û bertek nîşan da. Ev yek dewleta Tirk xist nava fikaran ku rewş ji kontrola wê derkeve, ji ber vê yekê alîgirê wê yên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) heman rêbazên ku hikumeta Şamê di Serhildana 12ʹê Adarê de kiribûn, pêk anî.

Bi fermana MÎTʹê, berpirsên ENKS'ê gef li xwepêşanderên li Cindirêsê xwarin û ji wan xwest ku vegerin malên xwe û xwepêşandanan biqedînin. Li Almanyayê jî endamên ENKSʹê ji ciwanên Kurd ên ji Cindirsê xwest ku di xwepêşandanên şermezarkirina komkujiyê û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê de alên YPG û YPJʹê hilnedin.

MÎTʹê bi rêya alîgirên xwe yên ENKSʹê gefxwarinan li malbatên şehîdên komkujiya li Cindirêsê didomînin, da ku daxwaza mafên xwe nekin. Her wiha bi îdiaya ku ʹ3 kujerên ciwanan hatine girtinʹ, dixwazin malbatên şehîdên komkujiyê bêdeng bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên ʹPolîsên Leşkerîʹ yên dewleta Tirk a dagirker bi armanca xapandina raya giştî, bi şanoyekê 3 çeteyên 18 salî girtin û ragihandin ku wan çeteyan komkujî pêk anîne.

(mh)

ANHA