​​​​​​​Çeteyan li Şêrawayê 2 kes revandin

Çeteyên Feyleq El Şam ên dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku tev li xwepêşandanên li Cindirêsê bûne, 2 welatî li navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê revandin.

​​​​​​​Çeteyan li Şêrawayê 2 kes revandin
28 adar, 2023   08:09
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Şêrawayê ragihand ku çeteyên Feyleq El Şam ên dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku tev li xwepêşandanên li Cindirêsê bûne, 2 welatiyên ji gundê Biyê yê Şêrawayê revandine.

Li gorî heman çavkanî, welatiyên bi navê Xelîl Îbrahîm Omer (35) û Omer Omer (20) ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Piştî ku di şeva Newrozê de 4 welatiyên Kurd bi destê çeteyên Ehrar El Şerqiyê li navçeya Cindirêsê hatin şehîdxistin, xelkê bajêr derket xwepêşandanê û bang kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derkevin.

(şx)

ANHA