Yekitiya Parêzeran: Berdewamiya dagirkeriyê berdewama tundiyê û terorê ye

Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê hişyarî da ku heke dewleta Tirk a dagirker ji axa Sûriyeyê dernekeve dê tundî, teror û pêkanîna sûcan berdewam bike.

Yekitiya Parêzeran: Berdewamiya dagirkeriyê berdewama tundiyê û terorê ye
27 adar, 2023   12:56
KOBANÊ

Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê têkildarî komkujiya Cindirêsê daxuyanî da. Parêzer Viyah Eyûb daxuyanî li pêşiya avahiya yekitiyê ya li Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiya Cindirêsê berdewama sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berdewama hedefgirtina cejna neteweî ya Kurdan e.

Di daxuyaniyê de ev hişyarî hat kirin: “Hewldan hene ku berpirsyariya qanûnî ya vê sûcê bixin stûyê komeke çeteyên dewleta Tirk. Ji ber ku Tirkiyek destûr daye van koman ku danûstandinên nebaş bi şêniyên herêmên dagirkirî re pêk bînin. Mafên wan binpê bikin û sûcên li dijî mirovahiyê li dijî wan pêk bînin. Ev bi giştî qanûnên mirovî yên navneteweyî binpê dikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hişyariyeke din hat kirin ku berdewamiya dagirkeriya Tirk tê wateya berdewamiya tundiyê, terorê û pêkanîna sûcên din û veguherandina van herêman ku ji bo komên terorîst bibin stargeh.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Konseya Ewlehiyê, rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku erka xwe ya mirovî, qanûnî û exlaqî li hember sûcên li Efrînê tên kirin, bînin cih û hesabê ji berpirsên sûcên şer û qirkirina komî, guhertina demografiyê bipirsin û vegereke ewle ji bo şêniyên resen peyda bikin, hemû revandiyan serbest berdin û dagirkeriyê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA