Hikumeta Şamê dîsa rê neda ku alîkarî bigihêjin mexdûran

Hikumeta Şamê carek din rê neda ku alîkariyên Rêveberiya Xweser bigihêjin mexdûrên erdhejê yên li Helebê.

Hikumeta Şamê dîsa rê neda ku alîkarî bigihêjin mexdûran
27 adar, 2023   12:49
MINBIC

Ev roja duyemîn e ku alîkariyên xelkê Kobanê û Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ji bo mexdûrên erdheja 6`ê Sibatê kom kiribûn, li deriyê Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de tên rawestandin û hîna destûra derbasbûnê nehatiye dayîn.

Alîkariyên ji du kamyonan pêk tên, ku xelkê Kobanê û gundên wê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Heleb û Şehbayê di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kom kiribûn, duh ber bi deriyê Tayihe ve hatibûn birêkirin.

Beriya şandina alîkariyan ber bi deriyê Tayihe ve, Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Hêlîn Hacim daxuyandibû ku piştî wan erêkirina derbasbûnê wergirtiye, karwanê alîkariyan hatiye şandin.

Hikumeta Şamê beriya niha jî alîkariyên mirovî yên xelkê Silêmaniyê û 100 sehrîcên sotemeniyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûran şandibûn, asteng kirin.

Di 14`ê Adarê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyên ku hikumeta Şamê destûra derbasbûna wan ber bi Helebê ve nedabû, paşde kişandin.

(cx)

ANHA