Şêniyên Helebê bi meşekê piştgirî da Cindirêsê

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê piştigriya xwe ji şêniyên Cindirêsê re anî ziman û xwestin dagirker werin cezakirin.

Şêniyên Helebê bi meşekê piştgirî da Cindirêsê
Şêniyên Helebê bi meşekê piştgirî da Cindirêsê
Şêniyên Helebê bi meşekê piştgirî da Cindirêsê
Şêniyên Helebê bi meşekê piştgirî da Cindirêsê
Şêniyên Helebê bi meşekê piştgirî da Cindirêsê
Şêniyên Helebê bi meşekê piştgirî da Cindirêsê
25 adar, 2023   13:20
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina komkujiya Cidnirêsê meşek li dar xist.

Şêniyan ji pêşiya hola civînan a li rojavayê Şêxmeqsûdê dest bi meşekê kir. Di meşê de pankartên ′Bimire îxanet û çeteyên dewleta Tirk a dagirker′, ′Sivîlan qetil nekirin′, ′Bi fedakariyên şehîdên Newrozê yên Cindirêsê serhildana Efrînê dê bi ser bikeve′ hatin hildan.

Meş li Qada 7 Şehîdan a li rojhilatê Şêxmeqsûdê sekinî. Li wir endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo axivî, komkujiya li Cindirêsê şermezar kir û bi sûca nijadperestî ya li dijî şêniyên resen wesif kir. Fehîme Hemo xwest ku sûcdarên vê komkujiyê werin cezakirin.

Fehîme her wiha diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van sûcan hevkariya wan a bi dagirkeran re nîşan dide û bang li welatiyan kir ku têkoşîna li dijî çete û dagirkeran xurt bikin heta ku Efrîn were rizgarkirin.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê Cîhan Berkel bang li Kurdistaniyên li cîhanê kir ku  piştgiriyê bidin Kurdên li Efrînê.

Cîhan Berkel anî ziman ku divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker were pirsîn.

(fr)

ANHA