​​​​​​​Rêxistinên Tebqayê: Divê rêxistinên mirovî welatiyên li herêmên dagirkirî biparêzin

Rêxistinên civaka sivîl ên Tebqayê komkujiya li Cindirêsê ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk anîbû, şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk berpirsa wî sûcî ye û bang li aliyên têkildarî rewşa Sûriyeyê kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin.

​​​​​​​Rêxistinên Tebqayê: Divê rêxistinên mirovî welatiyên li herêmên dagirkirî biparêzin
25 adar, 2023   12:35
TEBQA

Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl a Tebqayê li pêş avahiya xwe kom bûn û tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Yekitiya Karkeran Zeyneb Kenan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya rêxistinên civaka sivîl de hate gotin rewşa li herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, rojane ji hêla tecawîzkirin, sûc, guhartina demografîk, qetilkirin û koçberkirinê zêde dibe.

Di daxuyaniyê de behsa têkçûna rewşa mirovî ya li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê hate kirin û hate destnîşankirin ku li Efrînê qirkirina gelê Kurd tê meşandin.

Her wiha rêxistinan got di şeva Newrozê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi navê koma Ehrar El Şerqiye 4 ciwan ji malbateke Kurd ji ber pêxistina agirê Newrozê qetil kirin. Ev sûcekî hovane ye û li eniya mirovahiyê şermek e.

Rêxistinan berpirsyariya vî sûcê hovane hilgirt ser dewleta Tirk a dagirker.

Di dawiya daxuyaniyê de rêxistinên civaka sivîl bang li NY, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên têkildarî û dewletên herêmî kir ku bi erkên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî rabin û gelê Efrînê ji van komkujiyan biparêzin û ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xebatê bikin.

(fr)

ANHA