Hêzên hikumeta Şamê kavilan jî difiroşin

Hêzên hikumeta Şamê li Helebê kavil û bermahiyên malên ku ji ber erdhejê xirab bûne, difiroşe.

Hêzên hikumeta Şamê kavilan jî difiroşin
25 adar, 2023   08:24
ŞEHBA

Endamên Firqeya 4`an a ser bi hikumeta Şamê ve, li herêmên Helebê yên di bin serweriya wan de, kavilên malên ji ber erdheja 6`ê Sibatê xirab bûne, ji bo her kamyonekê bi 100 hezar lîreyên Sûriyeyê difiroşin.

M.H. ku ji tirsa hêzên ewlekariyê nexwest nasnameya xwe eşkere bike, li taxa Şear a Helebê bi cih dibe. M.H. destnîşan kir ku endam û efserên Firqeya 4`an propagandayê dikin ku zêr û pere di bin kavilan de hene û got: “Kavil û xirbeyên malên welatiyan ên ji ber erdhejê xirab bûne, difiroşin. Ew îdia dikin ku dema xirbeyan li derdora Helebê vala dikin, di nava de wan de pere û zêrên xelkê yên di dema erdhejê de nikarîbûn bi xwe re derxin, dibînin. Efserên Firqeya 4`an ji welatiyan re dibêjin 'kamyoneke kavilan bi 100 hezarî bikire, dibe ku zêr an pereyan di nav de bibînin û ew ê bibin ên te.”

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê, piştî erdhejê êşa welatiyan girantir bûye. Ruxmî ku alîkariyên navneteweyî gihaştin hikumeta Şamê jî, lê belê alîkarî nedan mexdûran. Bi taybet li Heleb, Hema û Lazîqiyê, mexdûran tu tiştek ji wan alîkariyan nedît.

(cx)