​​​​​​​2 bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişloyê 2 kesên hişbir difirot, girtin.

​​​​​​​2 bazirganên hişbirê hatin girtin
25 adar, 2023   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê 2 kesên hişbir li navçeya Tirbesiyê ya kantona Qamişloyê difirot, girtin.

Li gel wan kesan 68 hebên Captagon û 4 gram heşîş hate desteserkirin.

Di dema lêpirsînê de her du kes li xwe mikur hatin ku hişbirê difiroşin.

Li gorî malperê, Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê têkoşîna xwe ya li dijî kesên hewl didin hişbirê belav bikin, didomîne.

(fr)