Divê sûcdarên komkujiya Cindirêsê werin cezakirin - Hêvîdar XALID

Divê sûcdarên komkujiya Cindirêsê werin cezakirin - Hêvîdar XALID
25 adar, 2023   00:49

Rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên terorîst li dijî şêniyên bakurê Sûriyeyê bi dawî nabin û tu kes hesab ji wan naxwaze. Ew komên terorîst destdirêjî, qetilkirin, revandin û dizînê pêk tînin. Van kiryaran tenê ji bo têrkirina derûniya xwe ya krîmînalîzekirinê pêk tînin. Xakê tacîz dikin, fîdeyayan ferz dikin û xwesteka xwe ya kontrolê têr dikin. Ev hemû kiryar û sûc li pêş çav û guhê cîhanê tên kirin. Lê tişta biêş komkujiyek e ku wan koman li dijî malbateke Kurd li Cindirêsê kiriye.

Ev komkujî li rêzesûcên li dijî gelê Kurd ên ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, tê zêdekirin û li hember gelê Kurd bi kîn û nefret in. Wekî ku qedera Kurdan e di Adarê de bimirin û di komkujiyên hovane re derbas bibin. Tevî wê jî qetilkirina wan bi van rêbazên hovane hestên mirovahiyê şiyar nekirin. Belê, dema axaftin li ser Kurdan û komkujiyên li dijî wan bin, hemû kor û lal in.

Navçeya Cindirêsê ku tê de ev komkujî pêk hatiye, yek ji navçeyên herî girîng a Efrîna dagirkirî ye û hîna ji karesata erdheja wêranker derneketiye, bi sûcê qetilkirina 4 ciwanên Kurd bi rêbazeke hovane veciniqî. Wê jî êşa jiyan û trajediyê li vê erdnîgariyê zêde kir. Tenê gunehê wan ew e ku Kurd in û hewl da agirê Newrozê, agirê aştiyê li pêş mala xwe pêxin û cejna xwe ya neteweyî pîroz bikin.

Gelê Efrînê yê ku li dijî zilmê li hember sûcê li dijî mirovahiyê serî hildide, piştî vê komkujiya biêş li hember celadên wê serî hilda û banga cezakirina sûcdar, çete û kujerên qaşo koma Ehrar El Şerqiye kir. Dûre bertekên gel ên bihêrs ji tevahî beşên gelê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina vê komkujiyê û sûcdarên wê derketin û bilind bûn. Lê pirsa xwe li vir dide der, gelo dê edalet pêk bê û ev sûcdar werin cezakirin? An jî dê çarenûsa doza ciwanên Kurd mîna çarenûsa dozên beriya wê be?

Ger em bixwazin ew edaleta ku em li bendê mane pêk bê, divê em wek gelekî bi malbatên wan şehîdan re bin, da ku ala azadiya li dijî zilm, koletî, nîjadperestî û radestnebûnê bilind bimîne. Ew yek bi rêya şopandina doz, bilindkirina têkoşîn û xebata ji bo derxistina tevahî çeteyan ji xaka me, pêk tê.

Ev sûcê hovane û komkujiya ku li eniya mirovahiyê ye, divê sûcdarên wê ku destê wan di xwîna gelê Kurd ji kevn de heye werin cezakirin. Her kes dizane ku dewleta Tirk li pey vê komkujiyê ye, bi taybet ji dema dagirkriina bakurê Sûriyeyê ve gelê Kurd bi destê wê di hemû cureyên kiryaran, ji qetilkirin, lêdan, revandin, dizîn û talankirinê re derbas dibe.

Belê, divê qîrînên dayikan û bangên wan bigihînin guhan û divê bend werin şikandin. Ji ber ku devberdana ji doza wan û nepêkanîna edaletê îxaneta li dijî mirovahiyê bi giştî ye. Ger em xelasiyê ji vê rewşa kiryar û sûcên li welat bixwazin, divê em yek û hevgirtî bin da ku çeteyan ji xaka dagirkirî derxin û şêniyên resen vegerin warên xwe. Ji ber ku ji bilî yekitiyê rizgarî ne pêkan e.

(fr)