Li Îzmîrê di operasyona qirkirina siyasî de 5 jin hatin girtin

Endama Desteya Birêvebir a Navendî ya HDP’ê Îdîl Ûgûrlû jî di nav de, 5 jin hatin girtin.

Li Îzmîrê di operasyona qirkirina siyasî de 5 jin hatin girtin
24 adar, 2023   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Desteya Birêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ûgûrlû, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, Selma Demir, Hayat Îzgî û Newroz Çelîk ku 22’yê Adarê li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, piştî dayîna îfade sewqê dozgeriyê hatin kirin.

Dozgeriyê, bêyî ku îfadeyê her pênc jinan bigire, “Endamtiya rêxistinê“ û gotinên şahîdên eşkere û veşarî kirin hincet û bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeriya Silh û Cezayê kirin. Dadgehê, her pênc jin jî girtin.

Tevlêbûyîna xebatên HDP’ê û TJA’yê ya jinan, sûc hat hesabkirin.