​​​​​​​Di êrişa DYA’yê ya li dijî alîgirên Îranê de 8 kes hatin kuştin

DYA'yê ragihand ku li hêzên alîgirên Îranê yên li Sûriyeyê xistine. SOHR’ê jî ragihand ku di êrişê de 8 kesên ji hêzên alîgirên Îranê hatine kuştin.

​​​​​​​Di êrişa DYA’yê ya li dijî alîgirên Îranê de 8 kes hatin kuştin
24 adar, 2023   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Pentagonê daxuaynd ku duh li nêzî Hesekê bi dronenê êriş li ser navendekê hate kirin û muteahîtekî amerîkî jiyana xwe ji dest da, 5 leşker û muteahîtek jî birîndar bûn.

Servîsên îstîxbaratê yên DYA’yê ragihand ku drone ya Îranê bû.

Wezîrê parastinê yê DYA'yê Lloyd Austin bi daxuyaniyekê diyar kir ku erk ji hêzên Fermandariya Navendî ya DYA'yê re hatiye dayîn ku li rojhilatê Sûriyeyê êrişa hewayî bibin ser navendên komên 'Pasdarên Îranê'.

Austin ragihand ku êrişa hewayî wek bersiva êrişa bi droneyê ya li Hesekê hatiye kirin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku li bajarê Dêrazorê êriş li dijî depoyeke çekan hatiye kirin û di encamê de '6 şervanên alîgirên Îranê' hatine kuştin, 2 'şervan' jî li çola Mayadînê û nêzî Bûkemalê hatine kuştin.