Deriyê debarê veguherindiye cihê civakîbûnê

Karê ku ji bo debara malbata xwe dabû destpêkirin, niha wekî karekî keyfê û cihê pêşxistina danustendinên civakî bikar tîne.

Deriyê debarê veguherindiye cihê civakîbûnê
24 adar, 2023   04:36
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Li kolana şaredariyê ya bajarê Qamişlo, komek welatiyên temen mezin ên li ber dikanek berber rûniştibûn, bala me kişand. Piştî sohbeta me ya bi wan re derket holê yek ji van welatiyan ê bi nave Ednan Kamil xwediyê dikanê ye.

Ednan Kamil di 1955`an de li Qamişlo ji dayik bûye û di 22 saliya xwe de dest bi karê berberiyê kiriye.

Destpêkê ji bo ku debara malbata xwe bike ev kar kiriye û heta demekê bibû deriyê debara wî. Lê piştî ku zarokên wî (5 zarokên wî hene) mezin bûne û dest bi kar kirine, êdî wan barê malbatê girtiye ser mile xwe.

CIVATEK AVA KIRIYE

Ednan Kamil, di dema karê berberiyê de, bi gelek kesên ku ji bo çêkirina porên xwe hatine cem wî re, pêwendiyên xurt ava kirine. Bi gotineke din ji xwe re civatek ava kiriye. Yek ji taybetmendiyên civata wan jî ew e ku her yek ji pêkhateyek cuda (Ereb, Kurd, Suryan, Ermen) ye. Lewma berberiyê niha wekî karekî keyfê û cihê gerimkirina civatê, yan jî pêşxistina civakîbûnê.

HER YEKÊ KUSIYEK HEYE

Ednan Kamil bixwe jî dibêje ku sebra wî li malê nayê, lewma tê dikanê û bi hevalên xwe re sohbetên kûr û dirêj dikin. Di vê navberê de çêkirina poran jî didomîne.

Xalek din a bala me kişandin jî ew bû ku ji endamên civata Endnan her yekê kursiyek heye. Li dikana ku pir biçûk e, ji bo her endamekê kursiyek biçûk ên ku berê li qehwexaneyan dihatin bikaranîn heye. Her rojê yan li hundirê dikanê, yan jî eger rewşa hewayî baş be, li derve rudinin û li ser rewşên cur bi cur di axivin. 

Li dikana Endan tiştek din a bala me kişand jî bawernameyek din a ku eleqeya wê bi berberiyê nebû. Bi dîwarê dikanê ve 2 bawernameyên têkildarî bodybuildingê (spora pêşxistina bedenê) hene. Ednan dibêje berê di qata li bin dikana wî de salona bodybuildingê hebû û ew jî di ciwantiya xwe de piştî kar diçû wir. Di sala 2004’an de li Şamê, sala 2055’an de jî li Laziqiyê tevlî pêşbirkê bûye û xelat wergirtiye. Di heman demê de mamostetiya bodybuildingê dike.

(a)

ANHA