Piştî Rûsyayê Esed serdana Îmaratê dike

Li gorî medyayên fermî yên Îmaratê û hikumeta Şamê, Beşar Esed û hevsera xwe Esmaa Esed serdana Îmaratê kir.

Piştî Rûsyayê Esed serdana Îmaratê dike
19 adar, 2023   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Îmaratê bi bîr xist ku serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Niheyan, Esed pêşwazî kiriye.

Dema balafira Esed derbasî qada hewayî ya Îmaratê bû, gelek balafirên şer ên Îmaratê ji bo pêşwazîkirinê amade bûn. Esed li koşka Weten jî bi merasîmek fermî hat pêşwazîkirin.

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê jî destnîşan kir ku wezîrê aboriyê û bazirganiya derve Samir Xelîl, wezîrê kar û barên serokkomariyê Mansûr Ezzam, wezîrê ragihandinê Butrus Helaq, alîkarê wezîrê karên derve Eymen Sosan û berpirsê kar û barên balyozxaneya Sûriyeyê li Ebû Dabî Xesam Ebas jî bi Esed re serdana Îmaratê dikin.

Îmarat ji dewletên Ereban ên destpêkê bû ku bi piştgiriya Rûsyayê têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerandin. Tevgerên di çarçoveya normalîzekirinê de piştî erdheja wêranker a 6`ê Sibatê zêdetir bûn.

Ev serdana Esed bo Îmaratê, piştî serdana wî ya Rûsyayê ku piştî wê civîna Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyeyê hat taloqkirin, pêk tê.

(cx)