Fermandarekî koma 'Seraya Quds' hat kuştin

Fermandarekî “Seraya Quds” a girêdayî Tevgera Cîhad a Îslamî ya Filistînê li gundewarê Şamê hat kuştin.

Fermandarekî koma 'Seraya Quds' hat kuştin
19 adar, 2023   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku fermandarekî koma Seraya Quds a girêdayî Tevgera Cîhad a Îsalamî ya Filistînê vê sibehê li herêma Dahiya Qudseya ya gundewarê Şamê hat kuştin.

SOHR`ê diyar kir ku çekdarên nenas gule li fermandarê Seraya Quds reşandine, piştre reviyane.

Koma Seraya Quds jî ragihand ku ji fermandarên wan Remîz El Eswed hatiye kuştin û Îsraîl bi kuştina wî tawanbar kir.

(bb)