Li Eyn Îsayê Newroz hat pîrozkirin

Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsgoer bikin û dagirkeriyê têk bibin", şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên kantona Girê Spî Newroz pîroz kir.

Li Eyn Îsayê Newroz hat pîrozkirin
Li Eyn Îsayê Newroz hat pîrozkirin
Li Eyn Îsayê Newroz hat pîrozkirin
Li Eyn Îsayê Newroz hat pîrozkirin
19 adar, 2023   12:10
KOBANÊ

Pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Girê Spî ve li Parka Jinê ya Eyn Îsayê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên ji Girê Spî tev li pîrozbahiyê bûn.

Navçeya Eyn Îsayê li beramberî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye.

Meşaleya Newrozê ji aliyê hevserokên Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid û Fedîla Mihemed û cîgirê wan Hezai Mihemed ve hat pêxistin. Piştre hevserokên meclisa kantonê bi xêrhatina beşdaran kir û Newroz pîroz kir.

Fedîle Mihemed got: "Bi saya fedakariyên şehîdan em bi aramî, aştî û azadî dikin û Cejna Newrozê, cejna serketina li hemberî zilmkaran pîroz dikin."

Fedîle Mihemed Newroza îsal bi rihê berxwedêrên leheng ên ku ji bo jiyaneke azad canê xwe dane, tê pîrozkirin.

Fedîle Mihemed di dawiya axaftina xwe banga xurtkirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir.

Piştre komên Hîlala Zêrîn, Şehîd Botan, Şehîd Berçem, Şehîd Hogir û Koma Şehîd Gîvara stran û dîlan pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA