Li Efrînê hewldanên qirkirina çand û baweriya Êzdiyatiyê

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta Tirk a dagirker hewl dide civaka Êzidî qir bike û çand û baweriya wan ji holê rake.

Li Efrînê hewldanên qirkirina çand û baweriya Êzdiyatiyê
19 adar, 2023   07:49
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Di dirêjahiya dîrokê de 73 ferman li dijî Êzidiyan pêk hatin. Piraniya van fermanan ji aliyê Osmaniyan ve hatine kirin. Bi van fermanan hewl dan civaka Êzidî qir bikin û nasname û çanda wan ji holê rakin. Di 5 salên dagirkirina Efrînê de, dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên herî hovane li dijî Êzidiyan kirin.

Ji destpêka êrişên dagirkirina Efrînê ve di 20ʹê Çileya 2018ʹan de, dewleta Tirk a dagirker gefên qetilkirin, serêjkirin û revandinê li Êzidiyan xwar. Dema ku dagirker derbasî gundên Êzidiyan bûn mezarên wan rûxandin û Êzidî neçar kirin ku dev ji baweriya xwe ber din û çand û fikrê tundaw li wan ferz bike. Bi vê yekê hewl dan kiryarên ku çeteyên DAIŞʹ li Şengalê pêk anîbûn, temam bikin.

Li Efrînê Êzidî li 23 gundan; Îska, Şadêrê, Xezewiyê, Birc Ebdalo, Eyn Darê, Tirindê, Qîbarê, Kîmar, Basofanê û Biiyê yên navçeya Şêrawayê, Qitmê, Sînka, Baflonê, Qestel Cindo, Elî Qîna yên navçeya Şerayê û Feqîra, Qijûma, Qîlê, Aşka rojhilat, Çeqela, Kefr Zîtê yên navçeya Cindirêsê belav dibûn. Her wiha li navenda navçeya Cindirêsê û navenda bajarê Efrînê jî diman.

MEZARÊN ÊZIDIYAN

Li Efrînê 19 mezarên êzidiyan hene; mezarên Barsa Xatûn û Şêx Hemîd li Qestel Cindo ne, mezara Şêx Xerîb li gundê Sînka ye, Cîl Xana, Melek Adî, Biric Cindî û Bêla Menan li gundê Qîbarê ne. Mezarên Şêx Cinêd Feqîra û Şerefedîn li gundê Bafliyon, mezara Bîr Cafîr li gundê Kefer Cenê ye, mezarên Hecera û Şêx Ebdulqadir li gundê Tirindê ne, mezara Şêx Keras li Dêr Belûtê, Ebû Kebê li Ebû Kebê û Şêx Qesab li gundê Biric Qas ye.

LI DIJÎ ÊZIDIYAN SIYASETÊN QIRKIRINA ETNÎKÎ

Li gorî Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dagirkirina Efrînê, di nav de 4 jin, bi giştî 11 welatiyên Êzidî qetil kirin, di nav de 19 jin û zarokên keç bi giştî 64 Êzidî revandin. Her wiha dest danîn ser milkên Êzidiyan, bi hezaran darên zeytûnan ên Êzidiyan birîn û milkên wan li ber çavê xwediyên wan helal kirin.

MÊTINGEH LI GUNDÊN ÊZIDIYAN HATIN AVAKIRIN

Di Tebaxa 2020ʹî de, dewleta Tirk a dagirker bi desteka ʹʹKomleya Şêx Ebdullah El Nûrîʹʹ ya kiwêtî ya îxwanî û bi çavdêriya rêxistina "Eyadî Beyda" dest bi avakirina dibistaneke olî bi navê Îmam û Xetîb kir. Ev dibistana ku fikrê tundraw belav dike li ser bermahiyên Navenda Yekitiya Ezidiyan a Efrînê hat avakirin. Di 23ʹyê Îlona 2021ʹê de ev dibistan  ji aliyê meclisa xwecih a Efrînê ya girêdayî dagirkeran ve hat vekirin.

Li gundê Şadêrayê  jî komeleyên bi navê  El Eyedî El Beyda  û El Eyiş Bî Kerama yên girêdayî Îxwan El Muslimîn mêtîngehek ava kir. Ev mêtîngeh têra 70 malbatan dike. Li gundê Bafliyonê jî piştî şênî hatin koçberkirin avahiyên mêtîngeriyê ji bo bicihkirina malbatên filistînî û turkmanî hatin avakirin. Ev mêtîngeh bi desteka dewletên Qeter û Kiwêtê hatin avakirin.

Di heman demê de, dewleta Tirk û çeteyên wê li cihên îbadetê yên Êzidiyan navendên belavkirina fikirên tundraw ava kirin. Li gundê Şadêra du navend bi destek û çavdêriya komeleya "El Eyş Bî Kerama" ya Filistînê hat avakirin û ji aliyê Komeleya ʹʹEyadî Beyda" ve hat pêkanîn.

Li gundê Qestel Cindo yê Êzidiyan ê di bin dagirkeriya çeteyên Lîwa Asîfet El Şemal de mizgeftek hat avakirin, tevî ku hemû şêniyên gund Êzidî ne û musliman tune ne.

(dm/bb)

ANHA