Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji  QSDʹê re xwest

Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî ji ber şehadeta 9 şervanan a di qezaya helîkopterê de sersaxî ji QSDʹê re xwest û got, fedekariyên şehîdan wê neyên jibîrkirin.

Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji  QSDʹê re xwest
18 adar, 2023   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş ên Koalîsyona Navneteweyî daxuyanî li ser rûpelên xwe ya facebook û twîtterê weşand. Fermandariyê ji ber şehadeta 9 şervanan a di qezaya helîkopterê de sersaxî ji QSDʹê re xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Em sersaxiyê ji şirîkên xwe QSDʹê û malbatên lehengên ku di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane re dixwzin.  Em vê êşa kûr bi malbat, hezkirî û hevreyên şehîdan re parve dikin. Fedakariyên wan ên di xizmeta welat de û karên wan ên domdar ên ji bo parastina ewlehî û istiqrarê li Sûriyeyê nayê jibîrkirin."

 (bb)