`Efrîn dê bi destê xelkê wê rizgar bibe`

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê di salvegera 5`an a dagirkirina Efrînê de meşiyan û destnîşan kirin ku Efrîn dê bi destê xelkê wê rizgar bibe.

18 adar, 2023   14:24
HELEB

Di salvegera 5`an a dagirkirina Efrînê de bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, di nav de endamên saziyên sivîl û partiyan daketin qadan.

Girseya gel li pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Berxwedana Serdemê hildan. Her wiha pankartên “Bi giyanê berxwedana serdemê û Şêladizê, em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrîn û Xakurkê şermezar dikin”, “Duh Helebçe îro Efrîn e”, “Bi giyanê Garê û Serdemê em dê rizgarkirina Efrînê mîsoger bikin” û “Na ji qirkirinê û dagirkeriyê re” vekirin.

Meş li kolana sereke ya taxê geriya û bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" hatin berzkirin.

Meş li Qada Cebanat a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê sekinî. Li vir Hevserokê Saziyên Civaka Sivîl ên Helebê Kamîran Zaza axivî û got: “Têkoşîna me heta rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirkeran ji Efrînê berdewam e.”

Zaza anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji dagirkirina Efrînê û guhertina demografiya wê tunekirina Kurdan armanc dike û anî ziman ku bi xwedîderketina gel li Hêzên Rizgariya Efrînê dê xewn û xeyalên dagirkeriyê tune bibin.

Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed jî îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî kir û got: “Piştî derbasbûna 5 salan li ser dagirkirina Efrînê û li gel ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcan pêk tînin, hîna civata navneteweyî bêdeng e.”

Roşan bal kişand ser hewldanên lihevanîna Şam û Enqereyê û wiha pê de çû: “Li gel nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û Enqere de û hewldanên rewakirina rejîma zordest a navendî, em ji gelê xwe re destnîşan dikin ku ev hemû li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk tê.”

Roşan di dawiyê de diyar kir ku azadiya sûriyeyiyan bi diyaloga sûriyeyî û çareseriya Sûriyeyî ve girêdayî ye  û got, Efrîn wê bi destê gelê wê were rizgarkirin, dê Sûriyeya nenavendî ya demokratîk were avakirin ku taybetmendiya pêkhateyan diparêze.

(şx)

ANHA