Rêveberiya Xweser sersaxî da malbatên 9 şervanên QSD`ê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 9 şervanên QSD`ê peymayeke sersaxiyê weşand. Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku rêya şehîdan dê rêya ber bi pêkanîna istiqrarê û tunekirina terorê, avakirina civakeke azad û demokratîk ve bimîne.

Rêveberiya Xweser sersaxî da malbatên 9 şervanên QSD`ê
18 adar, 2023   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 9 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) peyameke sersaxiyê weşand.

Rêveberiya Xweser di peyama xwe de destnîşan kir ku şehîdan di salên borî de ji bo parastina gelê xwe li ber xwe dan û tev li pêngavên tunekirina DAIŞ`ê bûn û têkoşîna xwe ya ji bo parastina ewlehiya xwecih û têkoşîna li dijî terorê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin. Her wiha roleke pêşeng di hemû eniyên têkoşîna li dijî terorê de lîst.

Rêveberiya Xweser sersaxî da malbatên her 9 şehîdan û QSD`ê û destnîşan kir ku rêya şehîdan dê rêya ber bi pêkanîna istiqrarê û tunekirina terorê, avakirina civakeke azad û demokratîk û jiyana hevbeş vebimîne.

(şx)

ANHA