​​​​​​​Agirê Newrozê li Qamişlo geş dibe

Li taxên bajarê Qamişloyê gel bi coşeke mezin agirê Newrozê hil kirin.

​​​​​​​Agirê Newrozê li Qamişlo geş dibe
17 adar, 2023   15:54
QAMİŞLO

Pîrozbahiyên Cejna Newrozê li navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Li taxên Qidûrbeg û Tayî yên bajarê Qamişlo, girseya gel ji bo pîrozkirina Newrozê kom bû.

Jin, mêr û zarokan bi cil û bergên folklorî hatin qada şahiyê. Piştre dayikên şehîdan agirê Newrozê pê xistin û li ser awazên dahol û zurneyê govend gerandin.

(dg)

ANHA