​​​​​​​Ji malbatên 9 şehîdan re sersaxî tê xwestin

 Ji malbatên 9 şervanên QSDʹê yên ku di qezaya helîkopeterê de şehîd bûbûn re sersaxî tê xwestin.

​​​​​​​Ji malbatên 9 şehîdan re sersaxî tê xwestin
17 adar, 2023   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD’ê daxuyand ku ji fermandarên wan Şervan Kobanê û 8 şervanên Yekîneyên Antîterorê dema diçûn Başûrê Kurdistanê, di encama qezaya helîkopteran de şehîd bûn.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana malbatên 9 şehîdan dikin û sersaxiyê dixwazin.

QSDʹê di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar ên Başûrê Kurdistanê kiribûn ku ji ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin tevkar.

(bb)

ANHA