Rojnameyên erebî: Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re şertê derketinê datîne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa şerê Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re, krîza Sûdanê û rewşa Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re şertê derketinê datîne
17 adar, 2023   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

′ESED BERIYA ÇI HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE ŞERTÊ VEKIŞÎNA HÊZÊN TIKRIYEYÊ JI SÛRIYEYÊ DATÎNE′

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Serokê Sûriyeyê Beşar Esed duh xwestên berê yên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku banga lidarxistina hevdîtinekê kir, erê kirin. Lê belê ji bo hevdîtinê, şert danîn ku ′dewleta Tirk a dagirker′ ji Sûriyeyê vekişe. Ew yek jî gaveke ku dê Erdogan ku dixwaze têkiliyan bi Şamê re deyne û bi milyonan penaberên Sûriyeyî vegerîne welat û barê hikumeta xwe sivik bike, têk bibe.

Esed têkildarî bangên hevdîtinê bi Erdogan re sarbûyînek nîşan da. Lê bi têkiliyên bi Rûsyayê, hêz û baregehên wê yên li Sûriyeyê re bi demeke dirêj, kêfxweşî nîşan da. Ev yek nîşaneya rola mezin e ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn lîstiye da ku serokê Sûriyeyê li ser desthilatê bimîne.

Esed got dema Erdogan amade be artêşa xwe bi tevahî ji bakurê Sûriyeyê vekişîne û rewşa beriya şerê Sûriyeyê vegere, dê pê re bicive. Her wiha dev ji avakirina herêma ewle li ser sînorê bi Şamê re û desteka opozîsyon û komên çekdar berde."

′HÊZÊN GUHARTINÊ YÊN SÛDANÊ LI SER AVAKIRINA HIKUMETEKE NÛ DI REMEZANÊ DE, LI HEV KIR′

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûdanê ev tişt nivîsî: "Aliyên sûdanî yên sivîl û leşkerî li ser îmzekirina Lihevkirina Çarçoveyê ya Siyasî ku gavên lihevkirina siyasî bi lez bikin û dosyayên mayî di hefteya bê de bi dawî bikin, li hev kir. Îtîlafa Hêzên Azadî û Guhartinê li ser avakirina hikumeteke sivîl di nîvê meha Remezanê de piştî bidawîbûna sazkirina lihevkirina dawîn, îmze kir.

Fermandarekî di hevbendiyê de Taha Osman di civîneke çapemeniyê ya li Xertûmê de duh girîngtirîn bingeh û rêgezên têkildarî dosyaya çeksazkirina ewlehî û leşkerî eşkere kirin. Ew jî derketina wan ji desthilat û qada aborî, tevlêkirina hêzên desteka lezgîn di artêşê de li gorî qonax û rejeva demê ya li ser hatiye lihevkirin, tevlêkirina çekdarên koman li gorî bendên ewlehiyê ya di Lihevkirina Cobayê ya Aştiyê de û dûrxistina endamên rejîmê yên ji saziyên leşkerî û ewlehî îstîfa kiriye.

Osman da zanîn ku wan di civînê de bi serokê Meclisa Serweriyê Ebdulfetah Burhan û cîgirê wî yê fermandarê hêzên desteka lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo re li ser avakirina komîteyeke pîşeyî di nava artêş û desteka lezgîn de li hev kir."

′TEVGERA NAVNETEWEYÎ JI BO XEBATA AŞTIYÊ LI YEMENÊ′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Yemenê wiha nivîsand: "Di vê mehê de ji bo xebata aştiyê li Yemenê tevgerên navneteweyî yên nûnerên navneteweyî û Amerîkayê zêde bûne. Ji wê zêdetir jî dan û stndinên li Cinêvê yên serbestberdana girtî, revandî û dîlgirtiyên her du aliyan hene. Li kêleka wê jî metirsî ji binkeftina hewldanan heye. Ji ber ku Hûsî serhişkiyê dikin.

Li gorî çavkaniyên hikumetê û yên siyasî, tevgerên herêmî û navneteweyî ji pêkanîna lihevkirineke nû ya agirbestê ve ku di mehên borî de li ser dixebitîn, nêz dibe. Nûnerê NY′yê yê taybet ê Yemenê Hans Grundborg û pê re nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Yemenê Tim Linder King li ser hûrgiliyên dawî dixebitin."

(fr)