​​​​​​​Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyan 2 zarok mirin

Ji ber baranên zêde li Bakur û Rojhilatê Sûriyê , lehî rabû. Di encama wê de li Hesekê Kobanê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyan 2 zarok mirin
16 adar, 2023   13:52
HESEKÊ

Li gorî nûçegihanên me, ji ber ku baran li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barî, lehî û çalên avî çêbûn.  Di encama wê de jî du zarokan jiyana xwe ji dest da.

Zarokê bi navê Eymen Hisên El Ehmed (14) ji gundê El Mebtoh ê bajarokê El Xira yê herêmê çiyayê Kizwan ê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Zaroka din jî bi navê Şêrîn Ehmed (3) a ji taxa Botan a rojavayê Kobanê ye.

(dm/şx)

ANHA