​​​​​​​Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk: Yekitiya ciwanan rêya pêkanîna çareseriya sûrî-sûrî ye

Xebatên Foruma Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ku li bajarê Hesekê hatiye lidarxistin bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yekitiya hêzên Sûriyeyê yên niştimanî û demokratîk û ciwanan girîng e da ku bighînin guhartina cidî ya bendewar.

​​​​​​​Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk: Yekitiya ciwanan rêya pêkanîna çareseriya sûrî-sûrî ye
15 adar, 2023   15:39
HESEKÊ

Foruma Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk îro 15'ê Adarê bi beşdarbûna 30 ciwanên pêkhateyên herêmê bi dirûşma "Bandor û Rêbazên Çareseriyê" li dar ket.

Di forumê de 3 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Hemû têkildarî aloziya Sûriyê û bandorên wê, bikaranîna aloziyê di aliyê siyasî de ji aliyê hêzên herêmî û derve ve, rêbazên çareseriyê bû.  

Piştî ku her sê beş hat nîqaşkirin, forum bi daxuyaniyekê bi dawî bû ku ji aliyê endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Mued El Henoş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê pêvajoya girîng de, li gel geşedanên li cîhanê rû didin, divê ciwan însiyatîf bikin û ji bo xilaskirina welêt nêrînên xwe bikin yek.

Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku mijarên wekî pêvajoya dîrokî ya Sûriyeyê beriya ku rejîma Baas bigihêje desthilatê, dema desthilata rejîmê, çewisandina azadiyan, bandorên wê li ser şoreşê û rewşa ciwanan di wê pêvajoyê de hatin nirxandin.

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê teqezî bi girîngiya çareseriya siyasî, komkirina hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê û ciwanan hat kirin ji bo ku guhertina bendewar pêk were û aloziya li welêt bi rêya çareseriya sûrî-sûrî ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike, bi dawî bikin.

(dm/şx)

ANHA