​​​​​​​"Sûriye têra hemûyan dike û bi gelên xwe hêzdar e"

Kesayetên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku Sûriye têra hemûyan dike û ew bi gelên xwe yên resen ên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr hêzdar e, her wiha diyar kirin ku rêbaza herî guncaw a çareseriyê diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ye.

​​​​​​​"Sûriye têra hemûyan dike û bi gelên xwe hêzdar e"
15 adar, 2023   16:21
REQA

Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Bi ruhê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa sûriyeyî bi ser dikeve", mihrîcaneke xîtabet bi boneya salvegera 12'emîn a kirîza Sûriyeyê li hola Mişwar a Reqayê li dar xist.

Di mihrîcanê de nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser, bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, rûspiyên eşîrên herêmê û partiyên siyasî, beşdar bûn.

Di serî de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş salvegera 12'emîn a şoreşa Sûriyeyê li beşdaran û gelê Sûriyeyê pîroz kir.

NÊRÎNÊN PARTIYA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ

El Mihbaş bang li aliyên muxalif kir ku li xwe vegerin û li gor armancên şoreşê û berjewendiyên gelê Sûriyeyê tev bigerin û xwe ji ajandeyên derve dûr bixin.

Her wiha El Mihbaş bang kir ku hemû xwedî li armancên şoreşê derkevin, bi projeya siyasî re bibin yek da ku eniyekê ava bikin ku nêrînên hevgirtî rave dike, armancên şoreşê û berjewendiyên gelê Sûriyeyê pêk bînin.

El Mihbaş destnîşan kir ku nêrîna Partiya Sûriya Pêşerojê di çareseriya kirîza Sûriyeyê de pêkanîna diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ye, ku tê de hemû aliyên demokratîk ên Sûriyeyê beşdar bibin û biryara navneteweyî ya 2254 pêk bînin û hemû deverên Sûriyeyî yên dagirkirî rizgar bikin.

Her wiha El Mihbaş da zanîn ku şoreş heta gihîştina armancên xwe û bidestxistina serkeftinê berdewam e.

SÛRIYE BI GELÊN XWE YÊN RESEN HÊZDAR E

Cîgirê hevseroketiya MSD`ê Efram Îshaq destnîşan kir ku Sûriye têra hemûyan dike û divê bi rêya qebûlkirina hev Sûriyeyeke pirreng were avakirin.

Her wiha cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid wiha axivî: "Armanc ji şoreşa Sûriyeyê ne dagirkirina xaka Sûriyeyê ji aliyê Tirkiye û Rûsyayê ve û guhertina demografiya herêmên Sûriyeyî bû, her wiha ne bikaranîna ciwanên me ji bo ku li Lîbya û Azerbaycanê şer bikin."

El Ebid bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê projeya Rêveberiya Xweser pêk bînin û wê wek bingeha şoreşa xwe bi kar bînin.

Serokeşîrê êla Bûxemîs, Hisên El Raşid diyar kir ku dewletan ji bo berjewendiyên xwe destwerdana Sûriyeyê kirine û got: "Em bi çareseriya sûriyeyî-sûriyeyî re ne."

Di dawiyê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Nisrîn El Hesen destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina tevahiya jinên sûriyeyî û çareserkirina kirîza Sûriyeyê didomînin.

(mh/şx)

ANHA