Rêya Hesekê-Reqayê ji ber lehiyan girtî ye

Gerînendetiya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku rêya Hesekê-Reqayê ji ber lehiyan girtî ye.

Rêya Hesekê-Reqayê ji ber lehiyan girtî ye
15 adar, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malperên xwe yên fermî hişyariyeke Gerînendetiya Trafîkê belav kir.

Hate gotin ku ji ber barana zêde û rabûna lehiyan, rêya di navbera bajarên Hesekê û Reqayê de hatiye girtin.

Her wiha hişyarî hat dayîn ku ajokar heta ku lehî bi dawî dibin, rêwîtiyan taloq bikin.

Ev 3 roj e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran dibare.

(cx)