Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran dibare

Ji şeva berê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran dibare. Endazyarekî çandiniyê got barana vê demsalê ji bo çandiniya bejî xwedî fêdeyeke mezin e.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran dibare
14 adar, 2023   12:10
QAMIŞLO - XALID ETÊ

Ji şeva berê ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran dibare. Li gorî saziyên têkildar, li Qamişloyê rêjeya baranê 15 mm, li Dirbêsiyê 10 mm, li Til Birakê 7,5 mm, li Hesekê 1 mm û li Amûdê 0,5 mm e.

Ji nîvê Sibatê ve baran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebariyabû. Vê yekê ji bo çandiniya bejî metirsî çêkir, ji ber ku pêwîstiya çandiniyê herî kêm heta dawiya mewsimê bi baranê heye.

Xelîl Hesen got barana biharê ji bo çandiniya bejî xwedî fêdeyeke mezin e. Hesen destnîşan kir ku rewşa çandiniya bejî li gundewarên Qamişloyê heta astekê baş e, lê li Dêrik û Amûdê hinekî baştir e.

(fr)

ANHA