Dema ku stad dibin qadên şer

Spor di nêzîkkirina gelan û nasandina çandên wan de xwedî roleke mezin e. Lê belê sîtemên hegomonîk çalakiyên sporê veguherandine qadên nîjadperestiyê û parçekirina gelan. Di gelek maçên fotbulê de bi sedan kes bûne qurbanî.

Dema ku stad dibin qadên şer
13 adar, 2023   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên Komkujiya 12ʹê Adara 2004ʹan a Qamişloyê hatin bibîranîn.

Komkujî li Stada Şehîdên 12ʹê Adarê, dema lîstika futbolê ya di navbera tîma Cîhad a ji Qamişloyê û Tîma Fituwê ya ji Dêrazorê de pêk hat.

Di maçê de nîjadperestên ku partiya Baas ew anîbûn stadê, dirûşmên nîjadperestiyê li dijî Kurdan avêtin û êrişî wan kir. Piştre hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê gule avêtin û komkujiyek pêk anî, di encamê de 38 kes bûn qurbanî.

Ev ne komkujiya yekemîn e ku li herêmekê tê kirin, lê li gelek stadên futbolê lîstik veguherîn qadên şer ên di navbera gelan de. Şer ji aliyê desthilatên nîjadperest û tundaw ve dihatin gurkirin. Mîna vê bûyera bixwîn li Amerîkaya Başûr, Ewropa, Asya, Afrîka û welatên Ereban jî qewimîn.

Di sala 1964’an de li paytexta Perû Lîmayê di pêşbirka hilbijartina olîmpiyatê ya di navbera Perû û Arjantînê de 320 kesan jiyana xwe ji dest dabû û zêdetir hezar kes jî birîndar bûn.

Di sala 1985ʹan de, li stada Heysel a paytexta Belçîkayê Brukselê, maça dawîn a şampiyonaya Ewropayê ya di navbera Juventus a Îtalyayê û Liverpool a Îngilistanê de pêk hat. Di navbera alîgirên her du tîman de şer derket, li pey wê benda di navbera her du alîgiran de hilweşiya. Di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da, piraniya wan îtalî bûn.

Di sala 2001ʹê de, li stadên Afrîkayê jî bûyereke bixwîn rû da. Di maça tîmên Kaizer Chiefs û Orlando Pirates de ku li stada Ellis Park a Afrîkaya Başûr qelebalixek çêbûbû û 43 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

1ʹê Sibata 2012ʹan li bajarê Bor Seîd ê Misirê bûyereke yekemîn a bi vî rengî rû da. Di dema maça futbolê ya di navbera Tîma Misir û Tîma Ehlî de, pevçûn di navbera alîgirên her du tîman de çêbûn, girseyê nekarî ji stadê derkeve, ji ber ku derî nehatin vekirin. Ji ber qerebalexê 74 ciwanên alîgirên tîma Ehlî mirin.

Mînaka herî dawîn a li ser siyasetên pergalên hegemonîk, 4ʹê vê Adarê li stada bajarê Bursa yê Tirkiyeyê qewimî. Di maça Amedspor û Bursaspor de, nîjadperestên Tirk êriş birin ser lîstikvan û alîgirên Amedsporê, li wan dan û dirûşmên nîjadperest avêtin. Ev bûyer li ber çavê hêzên ewlekariyê yên Tirk û beşdarbûna wan pêk hat.

(bb)