Merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Qehreman Qamişlo

Ji bo şervanê QSD'ê şehîd Îmad Îbrahîm (Qehreman Qamişlo) ku di 4’ê Adarê de li Hesekê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê merasîmek hat lidarxistin.

Merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Qehreman Qamişlo
13 adar, 2023   12:16
QAMIŞLO

Di merasîma ku bi sedan şêniyên Qamişloyê beşdarê bûne de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî axivî, sersaxî ji malbata şehîd û hemû gel re xwest.

Elî di kesayeta şehîd Qehreman de tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê û bi taybet şehîdên meha Adarê, bi bîr anîn û got: “Şehîd Qehreman bû yek ji wan kulîlkên ku di meha Adarê de canê xwe feda kir, ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çawa Kawayê Hesinkar li hember zaliman serî netewand, çawa Mezlûm Doxan di zindana Amedê de bi berxwedana xwe ya dîrokî serkêşî ji tevahî gelê Kurd re kir, îro şehîd Qehreman jî, ji bo azadiya gelê xwe, azadiya mirovahiyê û ji bo avakirina jiyaneke birûmet canê xwe feda kir.”

Elî soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Seîd Ferso jî axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha axivî: “Wek QSD`ê em ê li ser şopa hevrêyên xwe yên şehîd têbikoşin. Em ê tu carî berxwedana şehîdên xwe ji bîr nekin. Em soz didin heta dawiyê em ê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd tê bikoşin û gelê xwe biparêzin.”

Bi navê malbat şehîd Qehreman Qamişlo jî keçmama şehîd Bihar Amed axivî, dilsoziya xwe bi şehîdan re nîşan da û biryardariya berxwedanê anî ziman.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Qehreman Qamişlo di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên mîna “şehîd namirin” de hate veşartin.

(dg)

ANHA